Danê êvarê li Çayxaneya Hunerî ya Fermanberan a Silêmanî çalakiyeke hunerî hate lidarxistin. Di çalakiya hunerî de stran û helbest hatin gotin.
Di saetên piştî nîvrojê de ji aliyê Çayxaneya Hunerî ya Fermanberan a Silêmanî çalakiyeke hunerî hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek stran û helbestên hunandî hatin pêşkêşkirin. Di çalakiyê de gelek welatî beşdarbûn.
Di çalakiya hunerî de helbestvan Ako Şaroşî û Gulale Pêncwînî çend parçe helbest ji bo beşdaran xwendin. Piştre hunermend Karzan Mihemed stran gotin.
SILÊMANÎ / ROJNEWS