Di danezanê de bal hat kişandin ser krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û banga bidawîkirina van krîzan hat kirin. 


Ji bo rêya çareseriyê sê xal 

Ji bo çareserkirina krîzên heyî ev her sê xal hatin destnîşankirin: 

“l Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de civîna xwe ya asayî lidar bixe û çareseriyên rasteqîn ji pirsgirêkên gel re bibîne. Ji bo çareseriya krîza aboriyê, li ser mijarên pirsgirêka serokatiyê, stratejiya neteweyî û referandûmê, reform û têkiliyên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, divê hemû alî bi hev re tevbigerin. Di nava vê krîza aboriyê de, ku bandoreke kûr li gel dike, nabe ku parlament bêkêr be.

* Aliyên di nava hikûmeta berfireh de cih digirin, lazim e ji bo çareseriya pirsgirêkên gel, mehekê wext bidin hikûmetê. Eger di nava vê demê de pirsgirêk neyên çareserkirin, pêwîst e hikûmet bê betalkirin.

* Em soz didin ku em ê bi her awayî nerazîbûna demokratîk a gel bilêv bikin, em ê li dijî parçebûna Başûrê Kurdistanê derkevin û berjewendiyên gel biparêzin.”