Ozsaygi da xuyakirin ku AKP di mijara diziyê de gelekî bi tecrûbe ye û got, "Hevalên muşahîd û dildar divê di mijara 'girtename'yan de gelekî hesas bin û dema hîleyek bû, yekser dest li rewşê werdin."

Ji Koordînasyona HDP'ê ya Danîmarkayê Fetî Baran jî got, ew ê 8-9 û 10'ê Gulanê bi 3 mînîbusan gelê xwe bibin Sefaretxaneya Tirkiyeyê. Welatiyên li semtên Alberstlund, Ishøj, Hvidovre û Ballerup wê saet di 10:00 - 13:00 û 16:00 de wên wergirtin û wan bibin sefaretxaneya bilind.

Xebata bi heman rengî li herêmên Fyn û Jyllandê jî dewam dikin û wê di 11-16-14-24'ê Gulanê de bi 6 otobusan hilbijêran bibin ser sindoqan. 


 ANF/KOPENHAGEN