SORAN HISÊN / ROJNEWS/HEWLER
Li Herêma Kurdistanê ji bo avakirina hikûmeta nû hewildan tên kirin û hevdîtin dewam dikin. Lê tişta bal kêş ew e ku tenê jinek jî di nava van hevdîtinan de nîne. Çalakvanên jin jî dibêjin li her cihekî ku biryareke siyasî ya stratejîk bê dayîn, hebûna jinan tê de nîne.
Aktîvîsta Jin, Roza Tatanî li ser mijarê peyivî û got; ”Li Herêma Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêkan de çareseriya stratejîk nîne. Ev 27 sal in ku bi danûstandinên hizbî, li ser çanda eşîrî bingehên saziyan hatiyê danîn. Her tişt li gorî serokwezîr û serokê Herêma Kurdistanê tê meşandin.”
Roza Tananî got, heger welatek bi hizrandineke stratejîk neyê birêvebirin, hebûna jinan wê lê diyar nebe û wiha peyivî; “Nebûna jinan di nava şandeyên hemû partiyên siyasî yên ji bo avakirina hikûmetê de nîşaneya zihniyeta bi paşketî û nebûna demokrasiyê ye. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hemû beşan û navendan de sîstema hevserokatiyê ketiye meriyetê. Di warê erk û misyonê de ti ferq û cudahî di navbera jin û mêr de nîne. Lewma yekane garantiya hebûna jin, ew e ku di biryarên stratejîk de dengê xwe biparêze. Divê êdî jin bêdengiyê qebûl nekin.”