Heyetê Goristana Ş. Xebat jî ziyaret kir. Şandeya KCD, HDP û DBP’ê piştî hevdîtinên li Qendîl û Hewlêrê, derbasî Rojava bû. Şandeya ji Hevserokên HPD’ê Sellahedin Demirtaş, Hevseroka KCD’ê Selma İrmak, Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdinê Ahmet Turk, parletmenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, parlementerê Mêrdinê Erol Dora, nûnerên DBP’ê yê Hewlerê Cemal Coşkun û Aslan Emin Gul pêktê, doh ji Dihokê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Rojava bûn. Şande li deriyê sînor ji aliyê rayedarên hikumet û Meclîsa Qanûnsaz ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê û Rêveberên TEV-DEM’ê ve hatin pêşwazî kirin.


´Berxwedan serbilindî ye´
Heyet piştre Wargeha Newrozê ku koçberên Şengalê têde bi cih bûne ziyaret kirin. Şande ji aliyê rêveberên Wargehê Hekîm Mustefa, Umer Çawîş û saziyên alîkariya mirovahî ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de Ahmet Turk axivî û diyar kir ku gelê Êzîdî li navçeya Şengalê gelek êş û azar kişandine. Turk, anî ziman ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî gelê Êzîdî bi berxwedanê hebûn û baweriya xwe heta niha parastine û berxwedana ku hêzên YPG, HPG û YBŞ’ê li hemberî êrîşên çeteyan nîşan dane silav kir. Turk destnîşan kir ku ev berxwedan serbilindiya gelê Kurd e.
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî axivî û wiha got: “Beriya ku em serdana koçberên Rojava bikin, em çûn Şengalê û Laleşa Nûranî. Her wiha em çûn bajarê Raniya jî û me rewşa koçberan ji nêz ve şopand. Me derbarê êşa gel de raporek jî amade kir û pêşkêşî aliyên têkildar kir." Irmak, diyar kir ku pêdiviya gelê Kurd bi hêzeke leşkerî ya hevpar ji bo parastina Kurdistanê heye. Endamên şandeyê piştî ku bi koçberan re axivîn û pirsgirêkên wan guhdarî kirin, derbasî Goristana Şehîd Xebat a li bajarê Dêrikê bûn. Endamên heyetê li vir ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin û piştre jî berê xwe dan bajarê Girkê Legê. Endamên heyetê dê bi hevserokên Kantona Cizîrê Hediye Yûsif û Himêdî Deham re hevdîtinê pêk bînin.

Li gel Talabanî rûniştin

Şandeyê beriya Rojava li Qendîl, Silêmanî û Hewlêrê jî hevdîtin pêkanîn. Şandeya KCD, HDP û DBP'ê pêşî bi rayedarên KCK'ê û Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî re hevdîtinê pêk anîbûn. Endamên şandeyê silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Talabanî re ragihandin û diyar kirin ku hevdîtina wan baş derbas bûye. Civîna li vir ji çapemeniyê re girtî pêk hatibû. Endamên şandeyê piştî bi Celal Talabanî re hevdîtin pêk anîn, derbasî Navenda Giştî ya YNK'ê ya li Silêmanî jî bûbûn û bi rayedarên YNK'ê re hevdîtin pêk anîn. Şandeya KCD û HDP'ê piştî Silêmaniyê, çûn Hewlêrê. Siyasetmedarên Kurd yên bakur bi Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîbûn. Endamên heyetê diyar kirin ku di hevdîtinê de li ser mijarên yekîtiya neteweyî, parastina hevbeş û rewşa Şengalê rawestiyan û hevdîtin erenî derbas bûye.

DÊRIK