Li gorî hesabê twitterê yê Kluba Futbolê ya Ingilîz Manchester Cityê, wan ji tîma xwe ya destûbira Melbourne City lîstikvanê fûtbole, Danyal Ezanî (Daniel Arzani) transfer kiriye. Klûbê da zanîn ku wan lîstikvanê Melbourne City ku ew jî weke wan di nav City Football Group de ye, aniya nav tîma xwe ya di Premier Leagueê.

Erzanî yê ji rojhilatê Kurdistanê, bi eslê xwe ji bajarê Xuramabad a Loristanê ye, li Awustralyayê weke futbolîstê herî jêhatî yê di bin 23 salan re tê qebûl kirin.

Lîstikvanê 19 salî ji 2014´an heta 2016’an li Eastern Suburbs a Avusturyayê lîst, sala 2016’an transferî Melbourte Cityê bû û niha jî transferî Manchester City dibe.  Erzanî lîstikvanê forvetê ye û li aliyê çepê dilîze, bi 1,5 mîlyon Euroyî transferî klûba xwe ya nû bû.

Erzanî di Kûpaya Cîhanê ya 2018’an de di nav lîstikvanên Awustralyayê de cihê xwe girtibû. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Manchester City par li Ingilîstanê bûbû şampiyonê Premier Leagueê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN