Dapîra min Binefş Uca di 23.07.1927 an li Bazîwanê ji dayîk bûye. Di zarokatiya xwe de kocberî gundê  Qolika Nisebînê dibe û di sala 1947’an li Şimzê dizewice û dibe dayika 6 zarokan. Ew di sala 1983’an de derbasî Almanyayê bajarê Cellê dibe û jiyana xwe li cem bavê min şex Evdo berdewam dike. Dapîra min Binefş Uca roja 22.07.2012 an li nexweşxaneya Cellê  çû ser dilovaniya xwe.
Dayikek ku jiyana xwe hertim di kocberiyê de, di nav zor û zahmetiyan û di nav xerîbiyê de derbas kiriye. Jiyaneke ku ji axa xwe dûr, jiyaneke ku herdemê bi hêviya vegera welat. 29 Sal jiyaneke xerîbiyê, tu carî ziman û çanda vî welatî qebûl nekir. Ji ber ku herdemê bi xeyalên xwe li welat bû. Dapîra min tenê yek gotinek bi Almanî fêr bibû: Ew jî ‘Danke’ yanî  ‘spas’ bû. Wê dema dawiyê hertim digot, ezê bimrim û ez welatê xwe bi saxî nabînim. Herdemê ji min re digot, tu li xwe diqet nakî û hertim di nav çalakiyan de yî.
Dema me li mal nûce guhdar dikirin, wê demê hertim digot, dîsa hevalên te girtine? Dîsa ev xortên delal hatine kuştin?
Dapîra min welatparêzeke gelek hêja bû, hertim dilê we li ser welatê wê di êşiya. Dema min bi rêya telefonê pêra diaxivî, wê herdemê dipirsî, ka rastî ji min re bibêje, tû birindar nebûyî?
Dema ez biçim Amedê ji buy mîtinga 14. Tîrmehê min xatir jê xwast û min jêre got, li benda min bisekine, heta ez werim. Ez li Amedê bûm û xeber ji min re hat, ku dapîra min di ber mirinê de ye û zêde dem jêre nemaye. Ez ketim li ser rê, ku ez vegerim Almanyayê. Malbata min li dora wê bû, tenê ez jê dûr bûm. Doktora got, dapîra we li benda hineka ye. Xwişka min Leylan li nexweşxanê ji dapîra min re got: „Berxwe bide hinekî din jî, va Feleknas di rê da ye û tê li cem te. Destê xwişka min girtibu. Ez gehîştim pêşiya nexweşxana Cellê, wê jiyana xwe ji dest da.“
Ez gelekî xemgînim ku me wê wenda kir, ji ber ku xwediyê çandek û kulturek mezin bû.
Rahma xwedê li te be Da Binefş.... Ji ber ku ez gelekî xemgînim ez nikarim gotinan li ser te binivsînim.
Tazî niha li bajarê Cellê berdewam dibe û cenazê wê îro li gundê Bişiriyê Şimzê (Oguz koy) tê defin kirin.