Li gorî vegotina efsûneke kevnare ya 2 hezar 800 salî heywanekî bi navê “Daqurtêner” ku dikare agir çêke, hatiye girtin. Lewheyek behsa vê dike ku li ser wêneyên heywanên mîna dûpişk hene, ku li Bakurê Kurdistanê li devera bi navê Zincîrlî ya ser bi Entabê Tebaxa 2017´an hatiye dîtin. Cihê lê hatiye dîtin avahiyeke piçûk e û gelekî muhtemel e ku mabedek be. Yê ku lewheya hanê nivîsiye sêhrbazê bi navê “Rehîm kurê Şedadan” e û sêhra hatiye nivîsîn jî ji bo girtina Daqurtêner e.
Biqasî ku ji metnê tê fêmkirin, xwîna Daqurtêner tê bikaranîn ji bo dermankirina wan kesan ku bi “Agirê” Daqurtêner ketine.
Li ser lewheyê wekî din resmên gelek mexlûqan hene û heywanîn ku dikarin weke zîvzîve, dupişk û masiyekî bên naskirin jî hatine xêzkirin.
Axir muhtemel e ku Daqurtîner, zîvzîveyek yan jî dûpişkek be ku “Agirê” wî jî êşa pêvedana wan be. Lê, ji ber ku beriya mîladê bi 800 ta 850 salan hatiye nivîsandin, em ê nikaribin zanibin ka bi rastî îşaret bi çi kiriye.
AMED