Li Wanê, mala ji dar û depan a malbatekê, niha buroya hilbijartinê ya HDP’ê ye. Xelkê ku wê dibînin metelmayî dibin. Mala ji dar û depan ku buroya hilbijartinê ya herî balkêş e, malovaniyê ji gelek kesan re dike, lewma ew buroya herî rengîn a li Wanê ye.

Malbata Satilmiş a li Taxa Aranîk a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi derfetên xwe mala ji dar û textikan kirin buroya hilbijartinê ya HDP’ê. Yek ji endamên malbatê Cahît Satilmiş, diyar kir ku bi armanca piştgiriyê bidin HDP’ê buroya hilbijartinê vekirine û wiha peyivî: “Ji bo ku em 24’ê Hezîranê hîn zêdetir dengan bigirin, me li gundê xwe û bi derfetên xwe yên heyî, buroya  hilbijartinê vekir. Em pirr kêf xweş in. Înşellah em ê qezenc bikin.”

Namzetên HDP’ê yên çûn serdana buroyê jî pirr kêf xweş bûn.

 

MA/WAN