Ev navê romana Ali Husein Kerim e. Vegotineke cuda, ji gengeşiya meleyan, birêz Alî xebitiye ku bi azîna dialogan cihana meleyan û hin rastiyên dîn raberî me bike. Cihaneke bi guman, li gor nirxên lihevanîna ereban û ji wê têgihîştine gelê din. Bêguman kurdan ne tenê bi Qurane bawerkirine jî mîstizma Mezopotamyayê lê zêdekirine û hinek din xistine nava razên pê were bawerkirin.

Ali Husein Kerîmê di sala 1958 an de di nava axa Erdexanê de tê dunê kesayetiyeke piralî ye. Lêkolîner e, siyasetmedar e, weşanger e, niviskar e. Di warê etîmolojiyê de berhemeke pir hêja daye. Lêkolînên wî yên li ser kurdên Balkanan û Hûriyan gelek balkêş in. Bi navê Bazos rêze romaneke xêzî jî diyariya me kurdan kiriye. Dîsa bi tirkî jî rêze romana Delîl weşand. Delîl karekterekî gernes e, herê carê li pey pirsgirêkekê dikeve û çareser dike. Ya dawiyê di bin navê „Kara Mushaf Pêşînde“ ye.

Her çendî li ba me kurdan wekî her tiştî roman bi xwe jî mijara gengeşiyê ye û her yek sînorekê jê re datîne jî, divê mirov bê tirs bibêje, ev berhem ji romanê bêtir berhemeke bi diyalogan vegotina cihana bawermendan e.

Di warê rastnivisandinê de hin kêmasî hebin jî baş tê fêmkirin. Hêvî dikim ku mele û dîndar vê berhemê bigirin û bixwînin.


Naveroka romanê;

„Dr. Ahmed, Elî Silêman û Pîro heval in, ji welatê Şerqîstan (Kurdistan) ne, li welatê Xerbîstanê (Tirkiye) xwendine, li pey salan li bajarekî welatê Şerqê di qehweya Elî de tên ba hev, biryara damezrandina tevgerekê rizgarkirina Şerqîstanê digirin. Dema Silêman û Pîro dixwezin ji bo rêxistinî biçin cihekê, Pîro bi hêla Frokeyên Xerbîstanê ve tê revandin. Silêman bi her awayî girêdayîyê Pîro ye, li gel wê meleyek kûr e, ruhê Quran û hedîsan dizane. Li gundê Gava Destpêkê dibe mêvanê Maqûlê gund, Mele Mihemedê aşvan jî dikişîne aliyê xwe, biryara weqfekî digirin, aş diguhezînin hilberîna elektirîkê, Pêde dengê wan li der û dorê belav dibe, xwe digihînin şêx Rindo yê qaşo bi keramet û bêdunde, wî jî bi xwe ve girêdidin. Gohên wan tim li ser agahiyên Pîroyê girtî ye. Carna ji Pîro nameyên rêşanîdanê tê. Navê riya azadiyê wek Sirat El Musteqîm bi nav dike. Navê tevgerê jî „Tevbûger“ datîne. Di encamê de berê xwe didin bajarê Seyran ê. Li wir berê di civata Hecî Casimê caş de bi tevê civata meleyan dikevin nava nîqaşên kûr. Li dij zimanê Xerbistanê derdikevin dixwazin ku her tişt bi zimanê Şerqistanê be.“


Çend hevok ji berhemê:

„Seyran bajarekî mezin yê Şerqistanê ye û şerqî nîne û wan re dibêjin; kêmnetewa Sergerm. Rû:9“

„Wî bi porê xwe yê boz û rûyê xwe yê biken ve gelek xwînşîrîn xuya dikir. Rû: 13“

Nakokiyên di nava sisteman û hêviyên gelan wiha şirove dike: „... yên ku di welatê kapîtalîst de dijiyan rêya rizgariya xwe di sosyalîzmê de, yên li welatên sosyalîst dijiyan jî rizgariya xwe di kapîtalîzmê de didîtin. Rû: 18“

„Di ruhê wî de du derî hene, yek yê silametê, yek jî yê hovbûnê ye, lewma jê re dibêjin „homo homînî lupus“ yanê mirov gurê mirova ye. Rû: 31“

„Na eger qesta te deriyê dilê min e, na xêr vekirî nine. Rêwiyo, min dilê xwe bi tenê Xwedê re vekiriye, Rû: 69“

Li ser şêxê bi aliyê gel ve wek kesekî xwedayî û xwediyê sir dihat zanîn vê şiroveyê tîne, ku hima bigirin hemû kesê li ser xwezayî re tên dîtin wiha ne: „Kengê dilê wî bixwasta diçû aliyê xerîbîstanê, li kêf û zewqa xwe dinihêrî û hê vedigeriya. Rû: 93“

Li ser Pîro wisa dinivîsa: „Her hizreke wî mîna reçeteyên dermanê derdan e, her çalakiyên wî mîna hawara aşitiyê ne, her daxwazeke wî ya me hemûyan e.. Rû: 151“


Nasnameya berhemê.

Navê berhemê : Dar ûl Însan

Niviskar: Alî Huse1în Kerîm.

Berg: Li ser zemînê kesk mêr û jinekê pişta xwe dane hev û her yekî zarokek hemêz kiriye.

ISBN: 3-930943-64-6