Piştî ku AKP’ê bi hevkariya MHP û CHP’ê qanûna rakirina destnedana parlamenteran ji meclisê derbas kir li dijî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêla girtin û destgîrkirinê dest pê kir. Di 4’ê Mijdara 2016’an de Hevserokên HDP´ê yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de gelek parlamenter, siyasetvan û şaredar hatin girtin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li ser Darbeya 4’ê Mijdarê ya li dijî HDP’ê li avahiya Navendî ya Giştî ya HDP´ê daxuyanî da.
Astengkirina siyaseta demokratîk
Pervîn Buldan got, “Beriya du salan, li dijî hevserok, partî, hevşaredar û siyasetvanên sêyemîn partiya herî mezin a li parlamenê operasyon hate kirin. Ev partî siyaseta demokratîk dike û wê dengê 6 milyon mirovî girtiye.”
Bûldan diyar kir ku ev operasyon dewama hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ye û got, “Operasyona ji bo krîmînalîzekirina HDP’ê ye. Di heman demê de operasyoneke qesrê ye ku li dijî gel hatiye kirin. Her roja dibihure, HDP mezin dibe, hêvî û cesaretê dide û ti carî çavtirsandî nebû.”
Yên ji bo gel bûn hêvî dîl girtin
Buldan anî ziman, ên ku dîl hatine girtin, hevalên wan in ku ji bo gel bûne hêvî û got, “Bi taybeta Selahattîn Demîrtaş lîderek bû ku ji bo gelan bûbû hêvî. Fîgen Yuksekdag hêviya berxwedana jinê bû û ji bo vê hêviyê bişikînin hê jî wan dîl digirin. Îdrîs Balûken parêzvanê wêrek ê pêvajoya demokratîk a aştî û danûstandinan bû. Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim, Bûrcû Çelîk, Aysel Tûglûk, Bekîr Kaya, Tûncer Bakirhan, Edîbe Şahîn, Nûrhayat Altûn, Ferhat Encu, Abdullah Zeydan. Van mirovan jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê me kir.”
ENQERE