FEHMÎ KATAR / BERLÎN

Koma Teatra Jiyana Nû, lîstika xwe ya bi navê Bêrû li Berlînê nîşan da. Ev lîstika nivîskarê metnên şanoyê yê Îtalî yê navdar Dario Fo bû ku komê wergerandiye Kurdî û li ser sehnê bi performansa xwe nîşan dide.

Dario Fo yê ku bi rexneyên xwe yên li Kapîtalîzmê û metnên xwe yên şanoyê yên li ser têkoşîna çînan tê nasîn, xelatgirê Nobeta Wêjeyê ye jî. Teatra Jiyana Nû lîstika “Lo sghignazzo della paura” ya ku Dilawer Zeraq weke Bêrû wergerandiye Kurdî, adapte kiriye. Lîstik bi jor nivîs li Berlînê hat nîşandan. Derhêneriya lîstikê jî Nazmî Karaman dike. Lîstik li gelek deveran hat nîşandan û ecibandin. Teatra Jiyana Nû ya ku ji 1991ʼê ve şanoya bi Kurdî dike, bi vê lîstikê li Moskovê di festîvaleke şanoyê de weke koma herî serketî hat xelatkirin.

Şano li hola Tiyatrom hat nîşandan. Lîstikvan Omer Şahîn, Rûgeş Kirici, Sakîne Jîr, Cîhad Ekinci û Nazmî Karaman bûn. Mijar jî Îtalyaya salên 1980ʼyî ye; çerxa di navbera sermaye, dewlet û milet de li ser dikê ye. Patronê FIATʼê tê revandin, di rê de qezayek dibe, patron bi giranî birîndar dibe û rûyê wî êdî nayê naskirin. Teknîsyenek wî xilas dike lê nasnameya xwe li cemê ji bîr dike. Doktor dibêjin qey patron teknîsyen e û bi emeliyatên estetîk wî dişibînin teknîsyenî. Jina teknîsyenê bi navê Antonio, Rosayê bi xwe ji tiştekî nîne û di navbera du Antonioyan de diçe û tê.

Lîstik hat ecibandin

Metn bi hostetî hatiye wergerandinî Kurdî û carinan îşaret bi bûyerên siyasî yên aktuel jî dike. Temaşekeran li Berlînê hem lîstik û hem performansa Teatra Jiyana Nû eciband.

Doh jî li heman holê lîstika ji filma Charlie Chaplin a bi navê “Dîktatorê Mezin” bi navê “Tenê Ez” hatiye adaptekirin, hat nîşandan. Teatra Jiyana Nû piştre wê di çarçoveya turneya xwe ya Ewrûpayê de biçe Hamburgê.