Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, hemû belgeyên dikarin Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bi wan bê darizandin, di destê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê () DYE û Rûsyayê de hene. Muslim got, "Doza Zarrab a li DYE´yê ji bîr nekin, ev doz mîna werîsekî ye di stûyê hinekan de." Muslim destnîşan kir, ku ev hêz kengî bixwazin wê dawî li Erdogan bînin.

Salih Muslim girîngiya pêngava Minbicê, germbûna têkiliyên Tirkiyeyê bi Rûsya û Îsraîlê re, operasyoneke gengaz a li hemberî Mûsilê, sedema êrişa DAIŞ'ê li Tirkiyeyê, şert û mercên darizandina Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navnweteweyî, gotinên li ser hevdîtina Tirkiyeyê bi rejîma Sûriyeyê re nirxandin.


Li Minbicê hatin perwerdekirin 

Muslim îşaret bi girîngiya Pêngava Minbicê ji aliyê stratejîk ve kir û got, "Dema rêya Cerablûsê yanî Minbicê jî bê standin, hingî Reqqa bi tenê dimîne. Bi tenê rêya Mûsilê dimîne. Eger ew jî bê birîn, wê DAIŞ bi tena serê xwe li naverastê bimîne."

Muslim got, heke ev pêk were tinekirina DAIŞ´ê wê hêsantir bibe û bi bîr xist ku endamên DAIŞ'ê yên ji bo pêkanîna çalakiyan diçin Ewrûpayê jî vê rêyê bi kar tînin, li Minbicê tên perwerdekirin û weha peyivî: "Eger Minbic bê standin wê êrîşên li Ewropayê kêm bibin."


Tirkiye alîkariya DAIŞ´ê didomîne

Salih Muslim dibîje, Tirkiye alîkariya bi DAIŞ´ê re bi rêyên cihê dewam dike û weha peyivî: "Di bin navê mxalefeta nerm de bi rêya El Nûsra û Ahrarû Şam ku xwedî heman zîhniyetê ne, alîkariyê dike. Mîna ku şer qewimiye berî 4 rojan atmosferek afirand û barê 12 TIR'an alîkarî şand. Bi vê rêyê cebilxane ji DAIŞ'ê re tê şandin. Bi taybetî şerê li aliyê Ezazê sekinandine, bi vî rengî destê DAIŞ'ê li Minbicê xurt dikin. Lê belê berdêla wê çi dibe bila bibe wê DAIŞ bê qelandin."

Hevserokê PYD´ê Muslim wekî din li ser mesleya operasyona Mûsilê jî got, "Planên van ên ji bo qedandina Kurdên li Rojava hebû. Ev hemû plan jî di ser Tirkiyeyê re dimeşandin. Ev têkilî û plan hemû derketin holê û tevî ku her kes vê dibîne, hê israr dikin ku Tirkiye destekê nade DAIŞ'ê."


'Poşman bûn'

Salih Muslim îşaret bi germbûna têkiliyên Tirkiyeyê bi Îsraîl û Rûyayê re kir û got, "Ji gotinên xwe yên li hemberî Îsraîl û Rûsyayê poşman bûn. Ji ber ku dibînin nikarin pêşî li Kurdan bigirin, niha her tiştî diceribînin. Armanca vê germbûnê, hewldana ji bo pêşîgirtina li Kurdan a li herêmê ye."

Muslim xurtbûna Kurdan li herêmê bi bîr xist û got, "Kî li hemberî me rabe, em ê li dijî şer bikin. Ti kes nikare şerê li dijî me bide ber çavên xwe. Dibe ku Tirkiye bikeve nava hin têkiliyan, lê belê ji ber vê yekê ti kes li hemberî me helwestê nîşan nade. Eger aramiyê ji bo tevahiya herêmê dixwazin, hingî neçar in li cem Kurdan bin."


'Doza Zarrab mîna werîsekî ye'

Li ser gunehên şer ên Tirkiyeyê û îhtîmala dadgehkirina rayedarên wê li DCN´ê Muslim got, "Ji bo Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were darizandin hemû dosya hatine amadekirin. Di destê Rûsan de hemû belgeyên têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re hene. Girtina Reza Zarrab li DYE´yê jî ji ber vê yekê ye. Doza Zarrab mîna werîsekî ye di stûyê hin kesan de û kengî bixwazin wê vî werîsî bikişînin."


'Tirkiye dixwaze bi rejîmê re rûne'

Hevserokê PYD´ê Salih Muslim hewldanên lihevkirina bi rejîma Baesê re ji bo tinekirina destketiyên Kurdan jî weha nirxandin: "Em dizanin ku navbeynkar her diçin û tên. Lê dîsa jî, ji nû ve danîna têkiliyan wê bandorê li guhertina rewşa herêmê neke. Li gorî min ev hewldan û daxwaza danîna têkiliyan jî wê bi ser nekeve. Eger pêk were, ev yek wê ji bo wan rewşeke hê xerabtir derxîne holê."


SERKAN DEMÎREL/ANF / CENEVRE