Çar nivîskar û hunermendên Çînê, ji bo binpêkirinên mafan yên Çînê protesto bikin, xwe tazî kirin û  rastî mudaxaleya polîsan hatin, lê polîsan vê carê mudaxaleyê Kurdan nekir. Kurdan ji bo ku darvekirinan protesto bikin 300 metre durî cihê qada ku merasîma xelatên Nobelê pêk dihat, li Qada Sergel çalakî dan destpêkirin. Alên kurd hatin vekirin û her wiha parkartên ku dihat xwestin darvekirin bên rawestandin û girtiyên siyasî bên berdan hatin vekirin. Parlamenterên partiya Çep û berdevkê polîtîkaya Derve Hans Lînde da zanîn ku li Îranê ji ber ku gel mafê xwe yê azadiyê bikartînin tê girtin û darvekirin.


Li dijî darvekirinan têkoşîn

Lînde got dema Hasan Ruhanî ji bo serokomariyê hatiye hilbijartin, hêviyên pir mezin tunebû lê herî kêm digotin dê zext kêm bibin, lê li gorî Rêxistina Efuyê ya Navnetewî piştî Ruhanî hatiye peyewirê û şûnde 367 kes hatin darvekirin.´ Lînde got, ji bo darvekirin bidawî bibin divê têkoşîn bê xurt kirin. Parlamenterê Partiya Karkeran a Demokrat Sosyal Shadiye Haydarî jî da zanîn ku nenaskirina mafên welatiyan a li Îranê dîktatorî ye û got, ev cezayên mirinê yên ku li kurd, azerî, parêzvanên mafê mirovan û xwendekaran tê birîn nayê qebûlkirin. Piştî Çînê, Îran duyemîn welatê ku herî zêde darvekirin lê tên jiyîn.

Çima behsa mafên mirovan nakin?

Seroka Federasyona Kurd-Swêd Aycan Sermîn Bozarslan jî da zanîn ku Netewên Yekbûyî û welatên Rojava her tim behsa bernameyên nukleerê yên Îranê dikin, lê tu car behsa binpêkirina mafên mirovan ya li Îranê nayê kirin. Bozarslan got beriya her tiştî mafê mirovan tê, emê bo vê her tiştî bikin. Bozarslan wiha got: “welatên Rojava li şûna mafê mirovan, behsa çekên nuklerê dikin. Ev şerma herî mezine. Li vî welatî zarok bi tirsa mirina dê û bavê xwe dijîn.” Nivîskar Kurdo Baksî jî da zanîn ku di 10’ê kanûnê de ku xelatên Nobelê tên dayîn, heman dîrok Roja Mafê Mirovane û got: “ Mafên herî sereke yên kurdan hêj li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê tê înkarkirin.”

Bi firotina çekan aştî nabe´

Parlamenterê partiya Gel û berdevkê polîtîkaya derve Fredrîk Malm jî da zanîn ku ji roja ku Ruhanî bûye serokomar heta niha nêzî 300 kesî hatine darvekirin. Di nav de Komeleya Aştiyê ya Swêdê, Tevgera Aştiyê ya Xiristiyanan, Ji bo jinan aştî, Ofog, Komiteya Aştiyê ya Swêdê jî heye ji bo îxracata çekan a Swêdê protesto bikin çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de hate diyar kirin ku sala 2000’î heta niha firotina çekan a Swêdê çar kat zêde bûye û got Swêd pêşeroja aştiyê tehdîd dike.

MURAT KUSEYRİ/STOCKHOLM