Dewleta Îranê her dem bi darvekirina siyasetvaên Kurd dikeve rojeva cîhanê. Rejîma Îslamî ya Îranê par der barê 59 siyasetvanên Kurd ên girtî de biryara darvekirinê da. Niha jî bi biryara darvekirina siyasetvanê Kurd Saman Naseem ku endama PJAK'ê ye, ket rojevê. Rejîma Îranê biryar da ku Naseen di 19'ê Sibatê de darve bike. Rejîma Îranê bi îdîaya "Dijminê xwedê ye", "Li cîhanê bê since" û "Li dijî muhafizên şoreşa Îranê çalakiya çekdarî pêk aniye" girt û biryara darvekirinê da. Rejîma Îranê biryar da ku Naseen di 19'ê Sibatê de darve bike. Li hemberî vê yekê Rêxistina Efûya Neteweyî kampanya îmzeyan da dastpêkirin. Li ser vê kampanyayê ÎHD'ê û MAZLUM-DER'ê piştgirî dan kampanyayê.
'Divê Îran li gorî peymana mafên mirovan tevbigere'
Koordînatora Aktîvîzm û Kampanyayê ya Şaxa Rêxistina Efûya Neteweyî ya Tirkiyeyê Ece Mîllî bang li Îranê kir ku vî cezayê darvekirinê bi lezgînî betal bike. Mîllî xwest her kes li hemberî vî cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bike û her kes ji bo siyasetvan Naseem bi lezgînî têkeve nava çalakiyan. Mîllî destnîşan kir ku li ser malpera navnîşana "acileylem.org.tr" kampanya îmzeyan hatiye destpêkirin û xwest her kes bi riya vê navnîşanê û faksan tevli kampanya îmzeyan bibe û rê li ber darvekirinê bigire.
Mîllî da zanîn ku darvekirin û înfaza zarokan li dijî Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî û Tekakesî û li dijî peymana mafên zarokan e.
Divê cezayê îdamê were betalkirin
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Abdulbaki Boga jî ceza şermezar kir û xwest Dewleta Îranê bi lezgînî cezayê darvekirinê betal bike. Boga bal kişand ser peymana Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê û got: "Êdî divê cezayên darvekirinê bên betalkirin. Niha li cîhanê li 25 hezar girtiyan cezayê darvekirinê hatiye birrîn û li benda darvekirinê ne. Ev yek nayê qebûl kirin û divê bi lezgînî ev ceza bê betalkirin." Boga bal kişand ser darvekirina siyasetmedarên kurd û bal kişand ser pêvajoya 12'ê Îlonê ya li Tirkiyeyê. Boga destnîşan kir ku çawa li Tirkiyeyê temenê zarokan mezin dikirin û ceza dikirin, niha rejîma Îranê jî serî li heman rê û rêbazê dide. Dixwazin Naseem a hêj 17 salî bû hat binçavkirin û piştî îşkenceyên giran cezayê darvekirinê lê hat birrîn, darve bikin. Boga anî ziman ku piştgiriyê didin kampanya Îmzeyan a Rêxistina Efûya Navneteweyî û bang li hemû welatên cîhanê kir ku li dijî darvekirinan helwêsta xwe nîşan bidin.
Darvekirin nabe were qebûlkirin
Parêzerê MAZLUM-DER'ê Abdulhalim Yilmaz jî li dijî cezayê darvekirinê nerazîbûna xwe îfade kir û xwest dewleta Îranê bi lezgînî cezayê darvekirinê betal bike. Yilmaz da zanîn ku hêj li welatên wekî Îran, Çîn, DYE, Irak, Misr, Koreya Bakur û Japonyayê cezayê darvekirinê heye, û got: "Darvekirin ji ber sedemên siyasî qetl in û ev ceza nabe ku were qebûlkirin. Siyasetmedara kurd Naseem di bin îşkenceya giran de îfade daye. Lê dadgehê ev rewş li ber çavan negirt û cezayê darvekirinê lê birî. Ev ceza bi ti awayî nabe were qebûlkirin. Divê her kes li hemberî cezayê darvekirinê helwesta xwe nîşan bide û Rejîma Dewleta Îranê cezayê darvekirinê betal bike."
DÎHA / STENBOL