Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salgera darvekirina endamên PJAK’ê Ferzad Kemanker, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemhulî û Alî Heyderan ku li Îranê hatin darvekirin peyamek weşandin û bang li rejîma Îranê kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêngavan bavêje û darvekirinan rawestîne.
Rejîma Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de li Tehranê mamoteyê Kurd û parêzvanên mafê mirovan Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemhulî û Alî Heyderayan daravekiribûn.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê der barê salvegera darvekirina wan de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em di 5’emîn salvegera darvekirina rêheval Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemhulî û Alî Hayderiyan de, rejîma Îranê careke din lanet bikin û soza xwe ya bilindkirina têkoşîna azadiya Kurd dubare dikin. em di şexsê wan de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê  bibîrtînin.

'Têkoşîna Rojava xurt bûye'

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rejîma Îranê li Rojahilatê Kurdistanê li dijî endamên PJAK’ê bi hovitiyeke mezin rêbaza cezayê darvekirinê pêk aniye. Piştre jî gelek endamên PJAK’ê darvekirin û di zindanan de îşkence lê kirin û bi vê pêkanînê hewldan ku berxwedana zadiya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê têk bibin. Ligel vê têkoşîna azadiya Kurdan qels û paşde neçûye, berovajî vê bi hêztir bûye.
Hevalê  Ferzad Kemanger, Ferhat Wekili, Şîrîn Elemhuli û Ali Haydaryan dema diçûn ser sêdarê helwesteke bi heybet nîşan dane û bûne îfadeya destaniya qehremanî, lehengî û berxwedêriya Kurdan.  Sekna bi rumet ya Şêx Saîdan, Seyîd Rizayan, Şêx Abdulselaman, Qazî Muhammedan û Leyla Qasiman  heta roja me ya îro anîne.  Ji fedekirina ciwaniya xwe dest bernedane û hêviyên xwe yên azadiyê ku hat xwestin ku bê tunekirin, zindî hiştin. Ev sekna bi rumet ya ciwanên Kurd ku beriya biçin sêdarê bi name û li sêdarê gotin de, ji bo ciwan û nifşê pêşerojê wek manîfestoyeke berxwedan û jiyanê hiştine. Bi taybet jî jina Kurd Şîrîn Elehumlî di alî temsiliyeta jina Kurd de, ne tenÊ ji bo jinên Kurd ji bo hemû mafê jinan li sêdarê sekna xwe nîşan daye. Hem riya azad ya jinê û hem jî riya rizgariya civakî û netewbûnê daniye holê. Ev pêşengên şoreşa Kurdistanê ku bi mirin bi cesaretek mezin pêşwazî kirin, ne tenê ji bo azadiya Kurdan, ji bo azadiya gelên Fars, Azerî, Ereb, Tirk, Ermenî, Asurî canê xwe feda kirine.
Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî ku xwedî van ewladên qehremanin dikarin xwedî derketina li ewladên xwe azadiya xwe bikin garantiyê. Em bang li rejîma Îranê dikin ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêngavên şênber bavêje û bang li hemû gelê Kurd dikin ku têkoşîna şehîdên 9’ê Gulanê bilind bikin.” 

ANF/BEHDİNAN