Di sala 1838’an de gravureke çapkirî heye ku li serê daweteke Kurdên Ermenistanê hatiye xêzkirine. Mezinahiya xêzê bi xwe 15 santîmetro di 10 santîmetroyan de ye û li ser kaxezeke 22.5 santîmetro di 12.5 santîmetroyan de hatiye çapkirin. Li serê bi Fransî li jora xêzkirinê Ermenistan (Armenie) û li binê xezê jî Reqsa jinên Kurd (Danse de Femmes Kurdes) dinivîse. Çapa wê li ser texte hatiye kirin, yanî li ser darê gravur hatiye çêkirin. Di koleksoyona Alkis Raftis de nusxeyeke wê parastî be jî, nexasim jî li Fransayê gelek kitêbfiroş li ser înternetê nusxeyên wê yên orîjînal difiroşin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN