Mazlûm Ebdî: Em bi destketiyên şerê xwe yên li dijî DAIŞ û El-Qaîdeyê serbilind in. Me di encamê de 5 milyon şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê xelas kirin û 52 hezar km bi çarçik ji axa Sûriyê rizgar kir.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi merasimekê serketina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihand. Merasima eskerî bi beşdariya fermandarên QSD’ê, rayedarên saziyên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û rayedarên Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê li Heqil Umer a herêma petrolê ya li bejahiya Dêra Zorê hat lidarxistin. Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî li gel fermandarên QSD’ê yên ku di pêngava Bahoza Cizîrê de cîh girtibûn, daxuyaniyek da.

Em serbillind in

Mazlûm Ebdî di destpêkê de serketina hêzên QSD´ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û got; "Em bi destketiyên şerê xwe yê li dijî DAIŞ û El-Qaîdeyê serbilind in ku di encama wê de me derdora 5 milyon ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ji terorê xelas kirin û 52 hezar km bi çarçik ji axa Sûriyê rizgar kir û xetera terorê ya li dijî mirovahiyê rakir. Ev serketin berdêla xwe giran bû; zêdetirî 11 hezar ji fermandar û şervanên hêzên me şehîd bûn. Her wiha sivîl jî bûn hedefa terora DAIŞ`ê. Di heman demê de, zêdetirî 21 hezar ji şervanên me birîndar bûn. Bi vê boneyê em van lehengan bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî bîranîna şehîdan ditewînin û şîfayê ji birîndarên xwe re dixwazin. Heger wan ew fedakarî nekira, me hemûyan ev serketin bi dest nedixist. Di heman demê de em spasiya hemû aliyên ku beşdarî şerê li dijî terorê bûne û nexasim Kaolîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê dikin."

   

Saziyên rêvebirinê û ewlehiyê

Fermandar  Mazlûm Ebdî di dewamê de malavahiya kesên di şerê li dijî terorê de cîh girtî jî kir û got, "Bingeha sereke ya serketina QSD`ê di şerê li dijî terorê de, metoda demokratîk, rêgezên neteweya demokratîk, azadiya jinan, rêgezên jiyana hevbeş û biratiya gelan bûn ku di encamê de hemû şervanên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Çeçen û Çerkez û şervanên înternasyonlîst di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk de kom kirin. Çawa ku Hêzên Sûriya Demokratîk alîkarî da şêniyên herêmên rizgarkirî da ku saziyên xwe yên rêvebirinê û ewlehiyê ava bikin, wê îstiqrarê jî li van herêman pêk bînin da ku ji nû ve meclisên rêvebirinê û qanûnî bi rêya hilbijartinên demokratîk werin avakirin.

Pêvajoya nû ya şerê li dijî DAIŞ’ê

Mazlûm Ebdî di dawiyê de diyar kir ku şerê li dijî terora DAIŞ`ê wê heta pêkanîna serketina giştî û tinekirina wê dewam bike û got, "Di heman demê de em ji raya giştî ya cihanê re radigihînin ku em dest bi pêvajoyeke nû ya şerê li dijî terorîstên DAIŞ`ê dikin. Ev yek jî dê bi rêya hemleyên eskerî û ewlehiyê yên bi koordîneya li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî be da ku hebûna eskerî ya veşartî ya rêxistina DAIŞ`ê ango şaneyên veşartî ku heta niha metirsiyeke mezin li ser herêmên me û tevahiya cihanê çêdikin, tine bikin."

   

Meclisa Jinan a Minbicê QSD pîroz kir

Meclisa Jinan a Minbicê û gundewarên wê bi daxuyaniyekê serketina QSD`ê li dijî DAIŞ`ê piştî şerê 5 salan pîroz kir. Daxuyanî ji aliyê berdevka fermî ya Meclisa Jinan Ibtîsam Ebdulqadir ve hate xwendin. Ibtîsam Ebdulqadir serketina şervanan bi ruhê Newrozê pîroz kir û got, "Bi hatina cejna Newrozê, mizgîniya mezin ji Dêra Zorê hat. Em rizgarkirina Dêra Zorê li gelê wê pîroz dikin û taybet li jinên ku li dijî dijmin sekînin û destanên lehengiyê nivîsandin. Bi vê vîn û vî rûhî, DAIŞ li Kobanê, Serêkaniyê, Minbic, Tebqa, Reqa û îro jî li Dêra Zorê têk çû û roja azadiyê careke din vegeriya."

Serketin li dayikên şehîdan pîroz kirin

Bi heman armancê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, şahiyek hate lidarxistin. Di destpêkê de li goristana şehîdan merasîmeke eskerî pêk hat. Piştre girseya gel berê xwe da qada Seyranê û li wir şahiyek li dar xist.

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Eskerî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Serketina şervanên azadiyê li dayikên şehîdan hat pîrozkirin."

 

  ANHA / DÊRA ZOR

 
 

Trump serketina QSD´ê pîroz kir

 

Serokê DYE Donald Trump, serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir. Trump di peyamê de got, “Me bi mutefîkên xwe yên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku di navê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ewlekariya Iraqê hene, hemû herêmên dibin kontrola xelîfeta DAIŞ’ê de ji sedî sed rizgar kirin. Heta berî du salan jî, DAIŞ’ê li herêmeke berfireh a Iraq û Suriyeyê serweriya xwe didomand. Me herêmeke berfireh ji DAIŞ’iyan paqij kir û bi milyonan mirov ji destê xelîfetiyê rizgar kir. DAIŞ’ê serê mirovan jê kirin, tacîz û tecawizî zarokan kir, jin û zarok kuştin û gelek çalakiyên hovane kirin. Ez ji vê derê bang li ciwanên baweriya wan bi propagandeya DAIŞ’ê tên, dikim; heger hûn beşdarî wan bibin, hûnê bimirin. Li şûna ku hûn vê rêyê ji bo xwe hilbijêrin, li ser jiyana xweş bifikirin. Dibe ku careke din tirsonek derkevin holê, lê hemû hêza xwe ji dest dan û bi bin ketin. Li ku dera cihanê dibe bila bibe, em ê li dijî DAIŞ’ê têbikoşin û berjewendiyên xwe biparêzin. Ji bo ku em terorîstên Îslama radîkal têk bibin, em ê bi mutefîk û hevparên xwe re xebatên xwe dewam bikin.”

Xelîfeta DAIŞ’ê li Sûriyeyê têk çû

QSD’ê pêr li Meydana Omer Petrol a Baxozê, bi merasimekê serketina xwe ya li dijî DAIŞ’ê îlan kir û diyar kir ku wan tevahiya axa Suriyeyê ji DAIŞ’ê rizgar kiriye û xelîfeta DAIŞ’ê ya li ser axa Sûriyeyê têk çûye.

 

NAVENDA NÛÇEYAN 

 
 

21 Êzîdî gihîştin Şengalê

   

Êzîdiyên ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê hatîn rizgarkirin, doh derbasî Şengalê bûn. Di qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê de ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatibû destpêkirin, gelek Êzîdiyên dîl hatin rizgarkirin. Êzîdiyên ku hatin rizgarkirin radestî Mala Êzîdiyan a Rojavayê Kurdistanê dihatin kirin, da ku wan derbasî Şengalê bike.

   

Piştî  hevdîtinên YBŞ’ê û radeyarên Artêşa Iraqê, doh destûr hate dayîn ku 21 Êzîdiyên hatin rizgarkirin derbasî Şengalê bibin. 21 kesên hatin rizgarkirin, li Şengalê ji aliyê fermandariya YBŞ‘ê ya Xanesorê, malbatên wan û xelkê Şengalê ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

Piştî nivîsandina navên kesên hatine rizgarkirin, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve radestî malbatên wan hatin kirin.

 

ROJNEWS/ŞENGAL