Çalakgerên li Silêmaniyê, asayîşa bajêr ew girtin, nerazîbûna xwe ji helwêsta asayîşê îfade kir, got, li ser daxwaza Tirkiyeyê ew hatine girtin, û wan bang li rayedaran kir da ku dest nedin azadî û destketiyên welatiyan.
BERHEM LETÎF / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Çalekgerên siyasî yên ku li Silêmanî ji aliyê asayîşa bajêr ve hatibûn girtin û piştî çend rojan hatibûn berdan, li ser girtina xwe peyivîn. Çalakger dibêjin, ti hinceta hiqûqî û mantiqî tinebû ji bo girtina wan û ev yek li ser xwesteka dewleta Tirk pêk hatiye.
Li Silêmaniyê 11’ê Çile bi armanca bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, çalakvanên medenî yên jin, kesayetên siyasî, û endam û rêveberên Tevgera Azadî, Bereya Demokrasiya Gel û RJAK’ê li Sekoy Azad a li Parka Azadî kom bûn. Li gorî plansaziyê di bîranînê de kurtefilma ku behsa Sakîne Cansiz dikir, wê bihata nîşandan. Her wiha xelata îsal ku ji bo bibîranîna Cansiz tê dayîn, diyarî Leyla Guven bihata kirin.
Lê hêzê Asayîşa Silêmaniyê dest werda girseyê û di encamê de pirraniya wan jin ku zarokên wan ên biçûk jî li gel wan bûn, qederê 60 kesî girtin.
Di 12’ê Çile de jin û zarokên hatî destgîrkirin berdan. Lê li dijî mêrên destgîrkirî di 14’ê Çile de lêpirsên hat destpêkirin; ew jî bi îdiaya, ‘Lidarxistina çalakiyên bêdestûr û binpêkirina yasayên xwepêşandanan’. Piştre jî bi biryara dadwer bi kefalet hinek hatin berdan û yên din jî di 15 Çile de hatin berdan.
Bi kêrî dagirkeran tê
Kesên ku hatin girtin û berdan, axivîn. Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Silêmêmaniyê, Azad Omer ku yek ji wan kesan e, derheqa meselê de wiha peyivî: “Têkoşîna me ji bo tevahiya gelê me ye, ne ji bo me ye. Ji bo têkoşîna di ber gel de em hatin girtin. Yên ku bi vî awayî li beramber me rawestiyane kiryarên wan bi kêrî gelê me nayên û bileks bi kêrî dagirkeran tên.“
Helwestên niştîmanî kirin hedef
Azad Omer got, ji ber helwêstên niştîmanî yên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ofîsên wê hatin girtin û wiha axivî: “Em ji ber helwêstên niştîmanî bûn hedef, ji bo ku êrişî me bikin, desthilata Başûrê Kurdistanê planên dagirkeran pêk tîne. Pêwîst bû aliyên siyasî yên desthilata Başûrê Kurdistanê ev tişt li hemberî tevgera me nekirana. Ew mafên me yên mirovan bin pê dikin.”
Azadiya wê şanaziya wan bû!
Berdevkê Eniya Demokratîk a Gel, Adil Osman jî hema rojê hatibû girtin. Adil Osman got, armanca çalakiyê bibîranîna Sakîne Cansiz bû û wiha peyivî: “Em ji bo temaşekirina filmekê çûn Sekoy Azadî. Yek ji şanaziyên YNK’ê û Celal Telabanî timî behs dikir, Sekoy Azadî ya dengên azad bû. Kesekî nedikarî rê li pêşiyê bigire, lê hêzên asayîşê li hemberî me rawestiyan û destwerdaneke ne di cih de
Adil Osman îşaret bi siyaseteke nû ya li Başûr kir ku bi dewleta Tirk re lihevkirî ye û wiha pê de çû: “Em dixwazin ji civakê re bibêjin ku em dikarin bi hev re êrişên dagirkeriyê yên li ser Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û Kurdistanê bişikînin. Ji firotina xaka Kurdistanê, ferdên Kurd û berhemên Kurdistanê dûr bin. Dema ku em hatin girtin, me dest bi greva birçîbûnê kir. Dema ku em birin dadgehê ti hinceta yasayî nebû. Ti kes ji me nabe sedema xerakirina aramiya bajêr. Em Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan dibînin. Ne ya hizb û partiyên siyasî. Lewma em xwedî li van destketiyan derdikevin.”
Bibin xwedî helwêst
Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Rehman Resûl ê bi xwe jî mexdûr li ser vê meseleyê got:”Li ser van komployên ku desthilatdariya Başûr di nav de ye, me çend caran peyam belav kirin û me guftûgo jî li gel aliyên din kirin da ku dawî li van astengiyan bînin. Herçî azadîxwaz û welatparêz e, divê li dijî van astengiyan bibe xwedî helwêst û wan nepejirîne. Ji ber ku heger îro li hemberî Tevgera Azadî ev tê kirin, sibe wê li hemberî hinekên din pêk were.”