
HIDIR ATEŞ/YEKO ARDIL/BERLÎN
Ji siyasetvanên Kurd ên li Elmanyayê girtî Hidir Yildirim ê 48 salî di rûniştina doza xwe ya pêr de di rikeheke camî de hatibû girtin. Piştî ku doh rojnameya me bi manşeta bi Elmanî Schämt Euch (Şerm Bikin)! bal kişand ser meseleyê û parêzerên Yildirim jî li ber vê kirinê bi sedema ku mafê parastinê tê astengkirin rabûn, di rûniştina doh de dawî li vê şermê hat anîn.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê siyasetvanên Kurd ê li Elmanyayê ev 6 meh e girtî, Hidir Yildirim bi îdîaya endamê rêxistineke terorî ya biyanî ye ji qanûna 129 b´yê tê dadgehkirin û rûniştina doza wî duşema bihurî dest pê kir. Di rûniştina destpêkê de dadgehê Yildirim xist rikeheke camî û piştî ku rojnameya me ev kirin teşhîr kir û parêzerên Yildirim jî ev kirin weke binpêkirina mafê parastinê nirxand, dadgehê dawî li vê kirina xwe anî.
Yildirim parastina xwe kir
Siyasetvanê Kurd ê Dêrsimî Hidir Yildirim doh di rûniştina dozê de paraznameya xwe xwend û îşaret kir bi zilm û zora li Kurdan û li Elewiyan û nexasim jî Kurd û Elewiyên Dêrsimê dibe. Bi vê jî wî qirkirina Dêrsimê li navenda paraznameya xwe rûnand û bi bîr xist ku dewleta Tirk û yên ev qirkirin bi rê ve birî bi gotinên “me ew weke mişkan xistin şikeftan û bi jehrê fetisandin” li xwe mikur hatine. Yildirim wiha peyivî: „Salên 90´î 183 gund û gundik şewitandin û vala kirin, li Dêrsimê, bi dehhezaran mirov jî bi darê zorê koçber kirin. Xwezaya Dêrsimê texrîb kirin, şewitandin.“
Hidir Yildirim bi bîr xist ku navê Pîro ne navekî rêxistiniye, ew ji Ocaxa Pîran a Elewiyan û ji ber vê jî bi vî rengî xîtabî wî tê kirin. Wî îşaret bi têkoşîna PKK´ê li dijî terora DAIŞ´ê kir û got, li Tirkiyeyê jî PKK li dijî dîktatoriya Erdogan têdikoşe. Siyasetvanê Kurd Hidir Yildirim ji heyeta dadgehê re got, “Hûn jî nebin hevparê vî sûcê li dijî vî gelî. Kurdbûn li vir jî heger sûc be, heger berxwedana li dijî zilma dewletê sûc e, erê ez sûcdar im.”
Rûniştina sêyem a dozê wê 12´ê Îlonê çêbe.
Elmanya mîna Tirkiyeyê ye
Piştî rûniştinê parêzerê Hidir Yildirim, Lukas Theune ji rojnameya me re peyivî û got, dawîanîna kirina nava rikeha camî de tiştekî erênî ye. Theune bi bîr xist ku ti bingeha hiqûqî ya vê pêkhatinê nebû û nerazîbûna xwe ji girtî dadgehkirina Yildirim îfade kir. Lukas Theune li ser mijarê got, „Li Tirkiyeyê mirov çawa ji ber fikrên xwe di girtîgehê de bin, rewşa muwekilê min jî bi heman rengî ye.”