Hevserokê HDP’ê Sezayî Temellî li Wanê bi gel re civiya. Civîn li Salona Dawetê ya Qesra Spî hate lidarxistin. Hevserokê HDP’ê Sezayî Temellî, Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, parlamenterê Wanê Muazzez Orhan û parlamenterê Dersimê Alican Onlu beşdarî civîna gel  bûn.

Tecrîd hebe aştî nabe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezayî Temellî di civînê de axivî  û qala van tiştan kir: “Leyla Guven 43 roj in tevî hevalên xwe li aştiyê digere. Ji ber ku dizane rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Heta ku tecrîd bidome, rêya aştiyê wê neyê vekirin. Heta ku rêya aştiyê neyê vekirin, li Tirkiyeyê ti pirsgirêk wê neyê çareserkirin.

Teqez em ê bi ser bikevin.

Temellî di dewama axaftina xwe de ji bo girîngiya hilbijartinan got, “Di 31’ê Adarê de dawiya faşîzmê wê were. Em ê hemû qeyûman bişînin ser sergo. Qeyûm li ser 96 şaredariyên me hatine wezîfedarkirin û hemû jî ketine bin deyn. Muteahîdên nêzî xwe dewlemend kirin. Desthilatdarî bi ser de êrişî Efrînê dike. Şengal û Mexmûr bomberdûman kir, we gelê sivîl qetil kir. We bazara firotina jinan ava kir, ma ji vê xerabtir hê çi heye! Berpirsê vê zilmê ev desthilatdarî ye. Rêya bidawîkirina vê jî xwedîlêderketina mafên xwe ye. Teqez em ê bi ser kevin.”

 

ANF/WAN