Li welat û Herêmê bûyerên gelek mezin diqewimin. Li Herêmê ‘şerê cîhanê yê sêyemîn’ bi hemû lez û beza xwe ve didome. Ev şer hêdî hêdî ber bi encamê ve diçe. Lîstikvan û aktorên vî şerî pir bin jî, ya esas, mirov dikare behsa sê aliyan bike; li aliyekî hêzên global, li aliyekî statukoparêzên herêmî, li aliyê din jî hêzên şaristaniya demokratîk –ku rêya sêyemîn jî tê gotin- in. Gelek hêzên hevkarê statukoparêziya herêmî şerê wekaletê bimeşînin jî, di rastiyê de xizmeta efendiyên xwe yên desthilatdar û mêhtinger dikin. 

Ji dîrokê jî tê zanîn ku serê her sedsalê pergala cîhanê xwe nû dike. Heta niha yê ev pêvajo beralî dikirin û paşeroj diyar dikirin, hêzên modernîteya kapîtalîst bûn. Bi taybetî li Rojhilata Navîn çawa dixwestin hespê xwe dibezandin. Çimkî hêzeke ku nûnertiya civaka demokratîk bikira nehiştibûn. Cara yekem e ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bereyeke wiha derkete holê, xwe birêxistin kir û belavî tevahiya Herêmê kir. Niha jî çand, kevneşopî, bawerî û civakên herêmê birêxistin dike û hewl dide di bin yek sîwanê de bîne gel hev. Niha li çar parçeyên Kurdistanê, nexasim jî li Rojavayê Kurdistanê yekîtî û tifaqa gelan mînaka vê ya ber bi çav e û ev bere her ku diçe xwe xurtir dike û ber bi serketinê ve diçe. 

Weke tê zanîn ji statukoparêzên herêmê Osmanî ber bi dawiya temenê xwe ve, dema ku di polîtîkayên xwe yên derve de têk çû, winda kir; berê xwe da hundir, xwest dînamîkên hundir tasfiye bike û hebûna xwe li ser tinekirina gelan li ser piyan bihêle. Padîşahê Osmaniyan Abdulhemîd, ev bi hemû dekûdolab û polîtîkayên qirêj pêk anî. Gelên herêmê ji bo ku baş ne birêxistinkirî bûn, gelek ji wan hatin tasfiyekirin. Tenê civaka Kurd ji hêla hebûnî ve karî li ser piyan bimîne.  Vê pêvajoyê nêzî sed salan bi hemû xedarî û der-miroviya xwe dewam kir. Pergala qirker weke bangorekî di ser civakan re çû, anîn ber tinebûnê. Lê gelê Kurd li hemberî vê rabû û herî dawî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşî li qirkirinê girt. Lê hê jî ev pêvajoya têkoşînê didome. Dagirkerî di kesayetiya Tayyîp Erdogan de bi hemû faşîzma xwe ve, dixwaze vê pêvajoyê bidomîne. Jixwe, tê zanîn ku Tayîp Erdogan, ji her aliyî ve padîşahê Osmaniyan Abdulhemîd teqlîd dike. Lê bûyer wisa nîşan didin ku dawiya Erdogan jî wê ji ya Abdulhemîd çêtir nebe, dê heman aqûbet bête serê wî jî.

Di demên dawiyê de çi qewîmî, em bînin bîra xwe; dagirkeriya Tirk her ku çû li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bin ket. Lewre, dît ku dawiya dîktatoriya yek-zilamî tê, bi hemû derfetên xwe yên eşkere û nepenî berê xwe da tevgera Kurd. Destpêkê tecrîdkirina Rêberê Gelên Kurdistanê Abdulah Ocalan, hate girankirin. Hevpeymana Qesra Dolmabahçeyê tine hat hesibandin. Di serî de gelê Kurd li hemberî hemû civakên Tirkiyeyê şer da destpêkirin. Dîsa weke her carê, şerê esas li Kurdistanê meşand. Li hemberî vî şerê qirkirinê gelê Kurd bi pêşengiya ciwanên xwe yên leheng, bi awayekî çalak li ber xwe da û li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê xwerêveberî îlan kir û ligel hemû êrîşên hovane yên dewleta Tirk bajar û taxên xwe parastin. Ango şerê rûmetê meşandin. Li hemberî vê, bi fermana ‘Qeşmerê Qesrê’ bêyî gel ji hev veqetîne xwest qir bike, ji bo wê her rêbaza dij mirovane bi kar anî, bajarên Kurdistanê bi erdê re kirin yek, veguherandin kavilan.

‘Mekanîka Darbeyê’, kete dewrê û hevkarên Tayyîp Erdogan xwestin darbeyekê bikin. Lê dîsa berê vê darbeyê dane Kurdistanê û darbeya esas li hemberî gelê Kurd û siyaseta wî pêk anîn. Hemû hilbijartiyên Kurd girtin û bê dadgehkirin, ew avêtin zindanan. Şerê li Kurdistanê dimeşandin, weke ‘şerê man û nemanê’ bi nav kirin. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê derb li ser derban, lê da. Berdevk û rayedarên AKP'ê her roj weke kundê kor ‘em ê biqedînin’ pirr carî kirin. Ev şerê xedar nexasim bi fermana Qeşmerê Qesrê hate meşandin. Kesê bi navê S. Soylu, bajar bi bajar geriya û ev dîsgotin bilêv kir. Got ‘em ê biqedînin, heta Nîsanê êdî tu kes navê PKK'ê bilêv nake!’ Lê belê her ku ev kes axivî, tevgera Kurd derbên giran li wan dan ku tirs û xofa wan zêdetir kir. Qeşmerê Qesrê bi barebar got, ‘em ê bikevin şikeftên wan’ lê gerîlayên Kurd li Amedê çûn ketin şikeftên wan û di dil û mejiyê wan de teqiyan. Nîsan hat û derbas bû, her roj gerîlayên Kurd derb li ser darbê li artêşa Tirk dide, leşkerên Tirk li Kurdistanê di qaleqolên xwe de, li pişt dîwaran de nikarin xwe bilebitînin. Gerîlayan li Amedê balafira şer xiste xwarê. Ji Serhedê heta Botanê gerîla gelek firokeyên wan ên şer xistin, generalê wan jî tê de, her roj bi dehan leşkerên artêşa Tirk tên kuştin…

Li Rojavayê Kurdistanê jî gelê Kurd bi armanca Suriyeyeke demokratîk pêngav li ser pêngavan pêk tîne derbên giran li hevkarên Erdogan DAÎŞ'ê dide, ber bi serketinê ve diçe. Li Başûrê Kurdistanê jî rayedarên hikûmeta herêmî ragihandin ku ew ê referandûma serxwebûnê pêk bînin. Tevgera Azadiya Kurdistanê ligel rexneyên xwe ne li dijî ye. Dîsa di serî de dewleta Tirk - ku PDK'ê weke dostê xwe didît - dagirkerên Kurdistanê bertekên tund raber kirin û gotin, em napejirînin. 

Li aliyê din, di hemû cîhanê de dewleta Tirk weke dewleteke terorîst tê nasîn, hemû welatan li hemberî wê helwestên siyasî û dîplomatîk nîşan dane. 

Kurt û kurmancî, stêrka gelê Kurd hem li herêmê hem jî li cîhanê geştir dibe, neyar û dijminê gelan têk diçin, ji wan diçe. Dawiya qeşmerê qesrê nêz e.