
Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Amed Tolhildan ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ew gihîştine dawiya qonaxa yekemîn a pengava 'Xezeba Firatê' ya ji bo rizgarkirina Reqayê.
Tolhildan da xuyakirin, ew bi qasî 30 kîlometreyan ji cihê dest pê kirine bi pêş ve çûne û got, "Bi baskê Eyn Îsa re em li ser Çemê Belixê digihêjin hev."
Fermandar Tolhildan da zanîn, ku pêngav li gorî plana hatiye diyarkirin, bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve diçe û wiha dewam kir: "Ya herî girîng jî ew e, ku moralê hemû şervanên tevlî pêngavê bûne di asta herî bilind de ye. Taybetmendiya herî girîng a qonaxa destpêkê ya pêngavê ew e, ku me hemû qadên rizgar kirine, kirine qadên ewle." Tolhildan anî ziman, ku ew çiqasî çeteyên DAIŞ'ê ber bi navenda Reqayê ve dehf bidin, wê herêmên rizgarkirî hê ewle bibin.
Amed Tolhildan diyar kir, êrîşên çeteyan bi vî rengî beralî dibin û got, "Ji roja destpêkirina pêngavê û vir ve şehîd û birîndarên me çênebûne. Lê belê çete li her qadê têk çûn û gelek kuştî û birîndar dan. Di heman demê de me dest danîn ser gelek cebilxaneyên wan."
Tolhildan da xuyakirin, ku pêngava rizgarkirina Reqayê il ser daxwaza gelê Reqayê yê ji zilma DAIŞ'ê reviyan û xwe li axa Rojava girtin, dest pê kir û got, "Reqa yek ji girîntirîn navendên çeteyên DAIŞ'ê ye. Di ser Reqayê re zerareke gelekî mezin hem didin herêmê, hem jî didin cîhanê. Bi serketina pêngava Reqayê re wê bêhn bê ber gelên herêmê û cîhanê."
Gundê Heîşe hat dorpêçkirin
Hemleya Xezeba Firatê ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di roja xwe ya 8’emîn de didome. Nûçegihanên ajansa me ragihandin ku şervanên Xezeba Firatê ji şeva din ve li herdu baskên hemleyê pêşketinên berbiçav qeyt kirin. Nûçegihanên li eniya Eyn Îsa dan zanîn ku di dema pêşketina şervanan de li gelek nuqteyan di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên giran rû dan. Di encama van pevçûnan de şervanan gundê El-Şibil, stasyona av û stasyona ceyranê ku 500 m ji hev dûr in, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Gundê El-Şibil û herdu stasyonên av û ceyranê 15 km dikevin başûr rojhilatê bajaroka Eyn Îsa.
Nûçegihanên ku pêşketina şervanan li baska Silûk dişopînin jî, ragihandin ku şeva din li gundê El-Xidir ê ku 25 km dikeve rojavayê gundê El-Qenterî di navbera şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên giran derketin. Di encama van pevçûnan de şervanan gund bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
YPG'ê êrîşa DAIŞ'ê şikand
Çeteyên DAIŞ'ê pêr piştî nîvro saet di 14:30'an de êrîşî herêma navbera gundên Malha û Mekmen ên li başûrrojhilatê Hesekê kirin. Êrîş bi gelek wesayîtên zirxî û wesayîteke bombebarkirî hat kirin. Şervanên YPG'ê di cih de bersiv dan êrîşê û şer derket. Şer bi qasî 4 saetan dewam kir û 6 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Şervanên YPG'ê her wiha wesayîteke bombebarkirî berî bigihêje hedefa xwe, rûxandin.
REQA