HOGIR NECAR / ANHA / DÊRA ZOR
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî DAIŞ`ê li gundê Baxozê di 9`ê Sibatê de dabû destpêkirin. Bi vî awayî bi temamî `dewleta xîlafetê` ji aliyê erd û mekan ve bi dawî dibe.
Endamên çeteya DAIŞ`ê niha li gundê Baxoza Jorîn asê mane. Baxoza Jorîn girêdayî navçeya El-Sûse ya gundewarê rojhilata Dêra Zorê ye. Li gorî serjimariya Buroya Jimartinê, hejmara niştecihên wê di sala 2004`an de 10 hezar û 689 kes bû. Lê bi qewitandina çeteyên DAIŞ`ê re li gelek herêmên Bakurê Sûriyê bi hezaran çeteyî berê xwe da herêmê. Baxoz xwedî cihekî stratejîk e, ji ber ku nêzî sînorê Iraqê-Sûriyê ye. Ev herêm wek korîdoreke girîng ji bo endamên çeteya DAIŞ`ê bû.
Gelek tûnel hatin rûxandin
Şervanên QSD`ê bi vîn û biryara tinekirina eskerî ya DAIŞ`ê û paqijikirina herêmê ji DAIŞ`ê, şerê xwe li herêmê dewam dikin. Lê di van çend rojên dawî de operasyonên eskerî kêm bûn, ji ber ku endamên çeteya DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin. Ji bo parastina sivîlan, QSD`ê xebatên xwe yên lêgerînê didomîne. Di vê çarçoveyê de gelek tûnel dîtin û rûxandin. Bi bipêşketina QSD‘ê li gundê Boxoza Jorîn, bi taybetî bi rizgarkirina sivîlan re bi dehan çeteyên ji dewletên Erebî û biyanî xwe radestî QSD`ê kirin.
Cilên sivîlan li xwe dikin
Yek ji fermendarên QSD`ê Ednan Efrîn li ser rewşa dawî ya pêngavê peyivî û got, “Pêngava me ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ`ê dewam dike û ranewestiye. Lê ji ber topbarana bêserûber û ji ber hejmara zêde ya sivîlên ku hîna li herêmê asê mane, pêngav rawestiyaye. Tevî wê jî çeteyên DAIŞ`ê cilên sivîlan li xwe dikin da ku ji herêmê derkevin.”
Erka QSD`ê bi dawî nabe
Fermendarê Pêngava Bagera Cizîrê Çiya Firat jî bal kişand ser sedema derengmayîna rizgarkirina herêmê û got; “Li herêmê hîna bi hezaran sivîl hene. Ji ber ku armanca sereke ya QSD`ê rizgarkirina sivîlan e, em bi tedbîr bi pêş ve diçin.
Roj bi roj dor li çeteyên DAIŞ`ê teng dibe. Devera ku qaşo bi navê `dewketa xîlafetê` tê naskirin wê di van rojên li pêşiya me de tine bibe. Bi vê yekê erka QSD`ê bi dawî nabe.”
Bi dehan sivîl hatin rizgarkirin
Li alîyê din şervanên QSD’ê di pêngavê de bi dehan sivîlên din ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Hate ragihandin, di nava van sivîlên rizgarkirî de birîndar jî hene û ew gihandine herêmên ewle.