Rayedarê Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiyê ya Ingilistanê (TSSA) Jason Turvey ji bo êşkenceya li navçeya Rihayê Xalfetiyê li xelkê hatî kirin, bang li civaka navneteweyî kir. Di 18’ê Gulanê de li navçeya Rihayê Xalfetiyê, piştî şer, bi ser malan de hatibû girtin. Di navê de zarok û jin jî gelek kes hatibûn destgîrkirin û êşkence li wan hatibû kirin. Ji qada navneteweyî jî li dijî vê êşkenceyê nerazîbûn hatin. Berpirsê Xezîneya Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiyê ya Ingilistanê (TSSA) Jason Turvey bi dîmenekî nerazîbûn nîşanî êşkence û miameleya xerab a li dijî welatiyên destgîrkirî da û ji bo rawestandina êşkenceyê bang li raya giştî ya navneteweyî kir.
Têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re qut bikin
Turvey di peyama xwe de îşaret bi van xisûsan kir; “ Divê demildest êşkence li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê êşkence li zarokekî 13 salî dikin. Ez bang li raya giştî ya navneteweyî dikim; Bi qutkirina têkiliyên xwe, Tirkiyeya ku êşkenceyê li waletiyên xwe dike, rawestînin. Dawî li êşkenceyê bînin!”
Li Rihayê pêr jî dîmen derketibûn holê ku welatiyên destgîrkirî li hola edliyeyê jî rastî miameleya xerab û êşkenceyê hatine. Di dîmenan de xuyabû êşkence li welatiyan hatiye kirin.
ENQERE