Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî yê di 3’yê mijdarê de ji bo hin hevdîtinan hate Tirkiyeyê der barê pirsgirêka kurd û PKK’ê de daxuyaniyên girîng da. Barzanî ku li Stenbolê bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, Serokkomar Abdullah Gul, hevserokên BDP û KCD û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anîn di her derfetê de daxwaza xwe ya çareseriya aştiyane û diyalogê bilêv kir.
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêr piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan re daxuyanî da çapemeniye, diyar kir ku ziyareta wî ya Tirkiyeyê ji bo peyamek bide neteweya Kurd û Tirk û wiha axivî: „Divê rijandina xwînê berdewam neke. Em dixwazin ev meseleya/kêşeya heyî li parlementoyê bê çareserkirin. Bila edî xwîna ciwanên Kurd û Tirkan neyê rijandin.“
Piştî hevdîtina 2 saetan domand, Barzanî daxuyanî da çapemeniyê. Barzanî di axaftina xwe ya bi kurdî kir de diyar kir ku ziyareta wî ya Tirkiyeyê ji bo peyamek bide neteweya Kurd û Tirk û got hevdîtinên bi Serkowezîr Erdogan, duh Serokomar Abdullah Gul û yên din bi qîmet û dostane ye. Barzanî, anî ziman ku di hevdîtina bi Erdogan re kirî hevdîtinek baş û serkeftî bûye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî got ku di meha adarê Serokwezîr Erdogan li Hewlêrê dema ku çûye serdana wan gotina „dema înkarkirina gelê Kurd êdî li rabirdûyê maye“ bi kar anî û ev yek gaveke wêrek û nêzîkatiyeke dîrokî bû. Barzanî destnîşan kir ku piştî vê daxuyaniyê ew jî li dijî hemû çalakiyên leşkerî derketine û wiha berdewam kir: „Divê xwîn neyê rijandin. Em dixwazin ev mesele li parlamentoyê bêne çareserkirin. Êdî xwîna ciwanên Kurd û Tirk divê neyê rijandin. Ji bo me polîtîkaya ku serokwezîr dişopîne ji bo herêmê girîng e. Ji ber vê yekê jî hevdîtina ku me pêk anî êrênî bû bawer im dê encamên baş derxîne holê.“ Barzanî destnîşan kir ku qedera Kurd û Tirkan yek e, bi hev re ye.

‘Têkçûna gerîla ne mumkun e’
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêvajoya li Tirkiyeyê de di her derfeta derket pêşberî çapemeniyê de daxwaziyên xwe yên çareseriya bi rêbazên demokratîk bilêv kir. Barzanî got; “Ew ji bo operasyonên leşkerî bi dawî bibin hatiye Tirkiyeyê wiha axivî: „Ev demeke dirêj e ez difikirim ku êdî dema şer derbas bûye. Dem dema diyalogê ye. Ger ev pirsgirêk bi bicihkirina çend noqteyên kontrolê bi dawî bibe çima Tirkiye li sînorê xwe noqteyên kontrolê bi cih nake û vê pirsgirêkê çareser nake? Ev yek encex bi rêbazêr demoratîk û aştiyane dikare bê çareserkirin. Tecrubeyên min bi aweyeke zelal nîşan daye ku hûn çiqas xwedî teknolojiyeke pêşketî bin jî li dijî şerê gerîla serkeftin pir zehmet e.“


‘Berpirsiyariya min dawîkirina şer e’
Hin bersivên girîng ên ku Barzanî daye rojnamegeran ev in: Berpirsyariya min ew e ku hem ji Tirkiyeyê re, hem gelê kurd re bibêjim ku şer bi dawî bikin. Berdewama şer ne alternatîf e. Min di hevdîtina xwe ya bi nûnerên BDP’ê de jî got ku „xebatên xwe yên parlamentoyê bidomînin, têkoşîna xwe li wir bimeşînin, peyamên xwe rasterast bidin.“
Tecrubeyen min bi awayeke zelal nişan daye ku hûn çiqas jî xwedî teknolojiyeke pêşketî bin jî li dijî şerê gerîla serkeftin pir zehmet e. Cografyaya ku hûn şer dikin gelekî zehmet e û çiya ye. Hebûna stratejiya we ya leşkerî ne girîng e. Em dizanin artêşa tirk pir bi hêz e û qabîliyetên wan jî hene. Lê hûn bi kê re şer dikin? Ev şerekî eniyê nîn e. Ez herêma Xakurkê baş dizanim. Piştî ku şerê Îran û Iraqê bi dawî bû ez li wir bûm. Hikûmeta Iraqê 5 boluk leşker li wir bi cih kir, gaz bi kar anîn yê disa jî li dijî me bi ser neketin. Heke çareserî aştiyane be hemû rol dê bibe. 

‘Ji bo aştiyê ez dixwazim rol bigirim ser xwe’ 

Ger hûn bixwazin ez samîmî bim ez ne alîgirê van operasyonan in. Ji bo çareseriya aştiyane ez dikarim çi rol hebe bilizim, ji bo vê yekê amade me. Lê ger alternatîf şer be ez bawer nakim ji vê encam bê girtin. Ne navbeynkarî ji bo gav bên avêtin pêkutî û hawldan. Em dikarin di warî siyasî de pêkutiyan bikin. Ger hûn bi aweyeke zelal bibêjin ez li dijî şer im, ev pêkutiya siyasî ye. Ger hûn li pêşiya raya giştî ve yekê bibêjin ev ê bibe pêkutiya siyasî. Em ê her carê bibêjin ku em li dijî şer in. Em ê ku caran piştgiriyê nedin şer.

‘Dem dema diyalogê ye’ 

Ev demeke dirêj e ez difikirim ku dema şer êdî derbas bûye. Cîhan diguhere. Dem dema diyalogê ye. Birêz Erdogan dema ku hate Hewlêrê li wir got dema înkarkirina gelê kurd derbas bûye ez vê gaveke girîng dibînim. Ez alîgirê mafên kurdan im lê ji bo destxistina vê ez kuştina PKK’ê ya leşkeran jî erê nakim. Ger Tirkiye vê yekê ji min bixwaze û yan jî nexwaze ez ê ji PKK’ê re bibêjim şer dawî bike, ez vê weki pewyira xwe dibînim. Ger PKK şer bi dawî bike wê demê hincetên Tirkiyeyê ji bo operasyonan namîne. 

‘Çareseriyeke aştiyane dive’


Heke pirsgirêk bicihkirina hin noqteyên kontrolê çima Tirkiye li aliyê sînorê xwe noqteyên kontrolê bi cih nake û çareser nake? Ev pirsgirêk ancax dê bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Binçavkirinên KCK’ê xizmetî pêvajoya demokratîk nakin. Ger kesek êrîşî tirkan bike ev cuda ye lê ji ber sedemên siyasî binçavkirina mirovan li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê nin e.

ANF/STENBOL