Sepana (application) bi navê ‘Asoya Helbesta Kurdî’ ji bo wêjehezên Kurdî gencîneyeke mezin e. Di sepana ‘Asoyê Helbesta Kurdî’ de hezaran helbestên Kurdî ji yên helbestkarên klasîk û nûjen hatine tomarkirin û bi daxistina vê sepanê herkes dikare xwe bigihîne ew helbestan. 

‘Asoya Helbesta Kurdî’ sala borî wekî bername an ku sepaneke telefonên desta bi armanca firehkirina çand û wêjeya Kurdî li ser înternetê kete nav bazara Google Play.
Sepana bi navê ‘Asoya Helbesta Kurdî’ wekî berhevokek dijîtal ya herî mezin ya Kurdî xwe ava kiriye. Bername ji her sê zaraveyên Kurdî; Kurmancî, Dimilkî û Soranî pêk tê. Bernameya ku bi sedan dîwan di nav de cih digrin di nava xwe de ji 3 hezarî bêhtir helbest û ji 400 helbestvanî zêdetir jî wêjevan û helbestkar radigre.
Sepan ji aliyê Rênas Xendekî û Mazlum Ozdogan ve tê birêvebirin.


Berhevoka dijîtal

‘Asoya Helbesta Kurdî’ wekî berhevoka dijîtal a wêje û helbesta Kurdî dikare bê hesibandin ji ber him helbestên klasîk û him jî yên nûjen tê de cîh digire. ‘Asoya Helbesta Kurdî’ firsendek mezin e ji bo wêjehezên Kurdî ji ber ku bi tikandineke dikarin xwe bigihînin vê û bê berdel daxînin ser telefona xwe. Her wiha li ser tora civakî di warê wêjeyê nexasim di helbestê de dezenformasyoneke pirr alî heye. Gelek helbest tên guherandin û xerakirin bêyî agahiya helbestkar. Sepana ‘Asoya Helbesta Kurdî’ pêşî vê dezenformasypnê jî digire û bi rêk û pêk helbestên Kurdî berhev dike.


Kedeke hêja hatiye dayîn

Li gel berheva helbestan û rêzkirina wan wergera wan jî di asta bilind de ye. Amadekarên vê sepanê ji dîrok, dîwan û hemî helbestên Kurdî veguhezînine serdema îro bi salan tevgeriyane. Di encam de şakarekî dijîtal yê mezin derketiye holê bi hezaran helbest bi sê zaraveyên Kurdî û li her deverê cîhanê.


Sepana telefonên desta 

Çêkirina sepanên telefonê desta yên Kurdî di sala 2010´ê de dest pê kirin. Her çend li cîhanê zû pêş ketibin jî di nava bernamegeriya Kurdî de gelek giran birêve çû. Bi ‘Asoya Helbesta Kurdî’ ve gihiştina asteka giring ya bernamegeriya Kurdî pêk hat. Him di warê bikaranînê de, him di warê hesanbûnê de û di warê çavkaniyan de bersiva xwendekaran dide. Amadekirina sepaneka mobil di warê aborî û di warê demê de jî ked û renceka mezin dixwaze. Bo vê yekê giringiya ‘Asoya Helbesta Kurdî’ ne tenê di warê naveroka xwe de, di warê nirxê xwe yê aborî, teknîkî û keda demê de jî bilinde.


Zêdeyî 5 kesar kesî daxistiye telefona xwe

Hetanî neha ji 5 hezara bêhtir kes bername daxistiye ser telefonên xwe. Herkesek dikare bernamê ji vira yekser daxîne ser telefonên xwe. 


 NAVENDA NÛÇEYAN