Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya dayî de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tomara deng a hevdîtina PKK û MÎT’ê, operasyona dersînor, çalakiyên demokratîk ên gel û hewldana AKP’ê ya ji bo “kişandina nava şer” a Îranê.
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Hikûmeta AKP’ê hebûn û domandina xwe di tasfiyekirina destkeftiyên neteweyî yên gelê Kurd û Tevgera Azadiyê de dibîne. Polîtîkayên xwe yên ewlehî, aborî û civakî li gorî vê konsepte çêkiriye. Teqtîk û stratejiya wê ya ku dibêje ku nû ye, rêbaza 80 salan a Tirkiyeyê ya li ser esas nasnekirina Kurdan û polîtîkayên dagirkeriyê ye. Ligel ku ji 27’ê tîrmehê ve astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê ya ligel Rêbertiya me ku mafekî hiqûqî ye, pê li bişkoka konsepta tunekirin û tasfiyekirinê hatiye kirin. Ligel vê jî li hemberî hemû herêmên ku gerîlayên me lê ne, dest bi operasyonên hewayî û bejahî kirine û her wiha ji bo helandin û teslîmgirtina gelê me dest bi hemû cure zext û girtinan kirine. Herî dawî li Şirnex, Cizîr û Wanê zêdetirî 200 kes hatine binçavkirin û girtin. Hikûmeta AKP’ê ya ku di siyaseta xwe ya hundir-derve de konsepta tunekirinê daye rûniştandin, di xala sifir a çareseriyê de li pirsgirêka Kurd dimeyizîne.
Demokrasiya Erdogan…
Di encama vê zîhniyetê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêkanînên tecrîdê, şantaj û zextê li ser tê meşandin. Gelê Kurd û tevgera Azadiya Kurd azadiya, tenduristiya û ewlehiya Serokatî wek şert û mercê yekem dinirxîne. Hikûmeta AKP’ê hevdîtinên parêzer û malbatan asteng dike û gel dixwaze bisekinîne. Asta ku pirsgirêka Kurd û tevgera azadiya Kurd gihiştiye, dixwazin bi pêkanînên tecrîdê paşve bikişînin. Heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe, tenduristiya wî û ewlehiya wî neyê girtin tu hêz nikare me ji têkoşîna me bike û paş ve vegerîne.
Demokrasiya Erdogan bi awayekî ‘duh duh e, îro îro ye’ tê meşandin, hemû tişt bi kêfiyeta AKP’ê tê pêkanîn. AKP’ê rejimeke diktatoryal û faşîst ava dike. Ev zîhniyet û rejîm tenê bi têkoşîna şoreşgerî dê veguhere û ev yek jî sparteka me ya dîrokî ye.
Hevdîtinên bi navê Osloyê ku ketine çapemeniyê, di nava raya giştî de rê li ber nîqaşên berfireh vekirin. Dayîna çapemeniyê ya van hevdîtinan bi temamî tu eleqeya xwe bi me re tune ye. Li gorî rêgez û exlaqê me yê siyasî, mirov tu caran nikare bihizire ku em ê tiştekî wiha bikin. Bi aşkerayî derket holê ku niyeta yên ku van hevdîtinan dane çapemeniyê ne niyetek erênî ye. Lê rast e ku tevgera me di asta jor de ligel rayedarên deweta Tirkiyeyê hevdîtin pêk aniye. Armanca me ew e ku em ji bo afirandina dahatûya gelê xwe xizmetê bikin û çareseriyeke demokratîk pêş bixin. Em her tim di wê baweriyê de ne ku wê ev pirsgirêk bi riyên diyalog û muzakereyan çareser bibe. Hevdîtin û diyalogên bi Komara Tirkiyeyê re hatine kirin, bi temamî li ser vî esasî hatine kirin. Di hevdîtinên ligel Rêbertiya me û ligel Tevgera me, heta derekê, lê ji ber helwesta zext-êrîşkar a AKP’ê ku xwe dispêre yekperestî, redkarî û tundrawiyê diyalog negihişitine encamên ku tên xwestin. Protokolên ku Rêbertiya me di hevdîtinên bi navê dewletê dihatin kirin de pêşkêşî rayedarên dewletê kirin, hatine piştguhkirin û bê bersiv hatine hiştin. Li hemberî banga “Pêşiya min vekin, ez ê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim” a Rêbertiya me bêdeng mane. Berovajiyê wê stratejiyek nû ya şer xistin dewrê. Tecrîda li ser Rêbertiya me şidandin û bi armanca tunekirinê êrişê Tevger û gelê me kirin, Tevgera me jî di asta xweparastinê û berxwedanê de ev pêvajo pêşwazî kir.
‘Dixwaze Îranê bike xefkê’
Hikûmeta AKP’ê ya ku hewl dide bi tasfiyekirina Tevgera me û gelê Kurd, gelê Kurd bê statû bihêle û ji bo vê di qada navneteweyî de hewl dide û dixwaze Îranê jî bikişîne nava vê konseptê. AKP hewl dide dewleta Îranê ji bo berjewendiyên desthilatiya xwe bi kar bîne û polîtîkaya şer dişopîne. Lê dewleta Îranê bi guman nêzî hewlesta pragmatîk a dewleta tirk a ku dixwaze bi destûra DYA’yê xwe bike rêberê Rojhilata Navîn bû daxuyaniya “Em ê tevli operasyona leşkerî ya deweta Tirkiyeyê” da. Ev yek jî pêşketineke erênî ye.
‘Botan dê gavê paş de neavêje’
AKP’a ku li hemberî têkoşîna gelê me ya rewa û mafdar tengezar bûye, çareseriyê di xistina dewrê ya hêzên derve û pêşxistina tundiyê de, di zext, girtin û bêdengkirina gelê me de dibîne. Ji ber wê jî bi taybet gelê Botanê ji xwe re kiriye hedef. Lê bila baş were zanîn ku gelê Kurdistan ê fedakar, bi taybet gelê Botanê ku mohra xwe li binê gelek lehengî û destanên qehremantiyê daye, li hemberî tu gef, şantaj û zextan gav paş ve neavêje. Îro wiha dixuyê ku hikûmeta AKP’ê hemû derfetên ji bo çareseriyê serûbin kiriye û li erdê xistiye. Ji ber wê jî em li hemberî vê zîhniyeta tunekirin û faşîzan a AKP’ê bang hemû li hemû gelê xwe û dostên gelê xwe dikin ku têkoşîna azadiyê xurt bikin.”
ANF/BEHDÎNAN