Kişanak a ji bo tevlî 39’emîn civîna Komîteya Mîrateya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) a 4’ê Tîrmehê bibe hat Almanyayê, îro jî bi Şaredarê Bajarê Mezin a Kolnê Jurgen Roters re ji bo projeya dibistanê ya wê li Kobanê bê çêkirin daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan.
Kişanak a ji bo piştgiriya ji kampanyaya em li Kobanê dibistanekê ava bikin a Saziya Alîkariya ji Zarokan re ya Mezopotamya û TUDAY’ê îro tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû.Kişanak got ku kampanyaya em li Kobanê dibistanekê ava bikin a Şaredariya Bajarê Mezin a Kolnê daye destpêkirin pir bi wate dibînin û diyar kir wê ev kampanya ji bo gelê me yê li Kobanê moralek mezin be.
Şaredarê Bajarê Mezin a Kolnê Jurgen Roters jî anî ziman ku ji ber her du şaredarî ji bo armanceke hevpar hatine cem hevdu bi wate û erênî dibîne û got: “Kobanê bûye sembola berxwedanê. Ji ber vê baweriya min a em ê ji bo çêkirina dibistanê piştgiriya madî peyda bikin tam e.”
ANF/KOLN