Washington daxuyaniyên Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan weke “bê wate” (sexîf) binav kirin. Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan pêr Sêşemê di civîneke çapemeniyê ya li Anqereyê hatibû lidarxistin de axivî û got: “Di destê me de belge hene ku îsbat dikin, Koalîsyona Navnetewî ya bi serkêşiya DYA’yê alîkariyê komên terorsît dike” da. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner bi daxuyaniyekê idîaya Tirkî bersivand û got “Îddîa bê wate û qerfî ne. Karê me yên li Sûrî û Iraqê tenê fetisandina DAİŞ’ê ye.” 


 WASHÎNGTON