Di Civata Giştî ya PE’yê de Rapora Pêşketina Tirkiyeyê hat nîqaşkirin. Axaftvanan diyar kirin ku divê bi PKK’ê re hevdîtinên aştiyê bên kirin û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Her wiha azadiya Ocalan hat xwestin.
Civata Giştî ya Parlamenta Ewropayê (PE) di rûniştina xwe ya duh êvarê li Strasbourgê pêk hat de, Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya 2014’an ku îro wê ji bo dengdanê bê pêşkêşkirin, nîqaşkirin.
Daxwaza hevdîtina bi niyeta baş
Di rapora ku ji aliyê Katî Pîrî ya Sosyal Demokrat ya Hollandayî hatiye amadekirin de ev îfade hat bikaranîn: “Em bê şert û merc destekê didin pêvajoya muzakereyê ya ku Hikûmeta Tirk û hemû aliyên têkildar, bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd, bi PKK’ê re daye destpêkirinê.”
Li ser navê Koma Sosyalîst a PE’ê Rîchatd Howît yê Îngîlîz jî di axaftina xwe de wiha got: “Îro peyama ku PE ji bo aliyên têkildarî pisgirêka Kurd de dide wiha ye;Divê hevdîtinên bi PKK’ê re bi niyetek baş bidome. Nêzîkatiyên berovajî vê îronî dibin. Girîngiya civaka Kurd a di alî ewlehiya herêmê de li holê ye.”
Seroka Demî ya Konseya Yekitiya Ewropayê (YE) û wezîra YE’yê ya Lîtvanyayê Zanda Kalnîna-Lukasevîca jî wiha got: “YE bi awayekî xurt destekê dide çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd. Em di vî alî de teşwîqa dikin ku hemû alî pêvajoya çareseriyê pêşde bibin.”
Divê PKK ji lîsteyê bê derxistin
Hevseroka Koma Dostiniya Kurd a PE, Bodîl Ceballos jî wiha got: “Divê em baş xwedî li meseleya Kurd derkevin. Di sînorên Tirkiyeyê de, ti fêde kesî nîne ku Kurd di cehnemê de cih bigirin. Ji bo vê jî çareseriyek tam pêwiste.”
Ji koma Yekîtiya Çep a PE’ê Josu Juarîstî Abaunz jî got divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û gelê Kurd azad be û wiha berdewam kir: “Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan.”
Êrîşên li dijî HDP'ê
Raportora Tirkiyeyê ya Parlementa Ewropayê Katî Pîrî di civîna çapemeniyê ya li PE de li ser pirsên ANF'ê ragihand ku êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê yên li Edene û Mersînê nayên qebûlkirin. Pîrî anî ziman ku ew ê êrîşên li hemberî HDP'ê bi pêşniyarnameyeke pêvek li 'Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya sala 2014'an ku ji aliyê wê ve hatiye amadekirin, bicih bike.
Endama Koma Sosyal Demokratan Pîrî nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî HDP'ê da û anî ziman ku ew ji vê dûrketin û dijberiya demeke kurt beriya hilbijartinan rû daye, bi fikar in. Raportorê destnîşan kir ku divê hêza li pişt êrîşên li hemberî HDP'ê were aşkerakirin. Pîrî xwest ji HDP'ê re derfet bê dayîn ku bi awayekî ewle û azad xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşîne û pirsên "Çima ev êrîş li hemberî HDP'ê tên kirin? Kî li pişt van êrîşan heye? Der heqê êrîşan de lêpirsînên pêwîst hatine kirin? Pêwîstiya HDP'ê bi parastineke cidî heye, ev yek tê kirin?" ji rayedarên Tirk kir.
'Axaftinên Erdogan çêker nînin'
Pîrî got, "Li pêşiya HDP'ê pirsgirêkeke bendê ya ji sedî 10'an heye. Bendek di vê astê de ji xwe ne rast e" û di çaerseriya pirsgirêka Kurd de bal kişand ser girîngiya rêya muzakereyê. Pîrî da xuyakirin ku gotin "muzakere nîne" ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ne rast e û got, "Hêvîdarim wê piştî hilbijartinan muzakere ji nû ve destpê bikin."
Cudakariya di navbera herêman de
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Katî Pîrî herî dawî ev yek destnîşan kir: "Herêma Kurdan herêma herî xizan a Tirkiyeyê ye. Yekîtiya Ewropa (YE) girîngiyeke mezin dide wekheviya navbera herêman. Pêwîste Tirkiye vê newekheviyê ji holê rake, komîsyon û konseya YE ji bo vê bi dayîna alîkariyan re teşwîq bikin. Her wiha divê ji herêmên ku penaberên ji Sûriye û Iraqê hatine lê bicih bûne, alîkariya zêde ya malî were kirin."