Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê ya bi sernavê “Tirkiye, Kurd û şerê li Rojhilata Navîn: Li Tirkiyeyê demokrasî hat pûçkirin, DAIŞ û krîza li Rojhilata Navîn” doh bi dawî bû.  Di rûniştina rûniştina doh ya konferansê de sernavê “Guhertina rejîmê û paqijkirina demokrasiya li Tirkiyeyê” hat nîqaşkirin.

Rûniştina ji aliyê endama Parlamenta Ewropayê Chrîstîne Vergîat û Dersîm Dagdevîren ve hate birêvebirin. Rojnamevan Cengîz Çandar, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr, Rojnamevan Devrîm Arslan, ji Sendîka UNÎTE Berpirsyarê Karên Derve Sîmons Dûbbîns û Serokê Federasyona Komeleyên FÎDH’ê Dîmîtrîs Chrîstopoûlos axivîn.

Çandar: Heta Erdogan neçe tiştek çareser nabe

Rojnamevan Çandar da xuyakirin, ku ew piştgiriyê dide biryara Parlamenta Ewropayê ya têkildarî Tirkiyeyê û got, “Ji ber ku niha li binê vê sîwanê me, kêfxweş im.” Çandar diyar kir, gelek bîranînên Selahattîn Demîrtaş û Ahmet Turk li van korîdoran hene û anî ziman, ew piştgiriyê dide parlamenterên HDP’ê.

Çandar axaftina bi telefonê ya Mehmet Tûnç a di konferansa par de bibîr xist û got, “Mixabin ji binê keviran cesedê Mehmet Tûnç derket. Her wiha gelek mirov hatin kuştin, parlamenterên HDP’ê hating irtin. Li Tirkiyeyê di nava salekê de gelek tişt guherîn.”

Çandar da zanîn, Tirkiyeyê li dijî Kurdan şer daye destpêkirin. Cengîz Çandar destnîşan kir, ku divê rejîma Erdogan ji desthilatdariyê bê xistin û got, “Heta ku Recep Tayyîp Erdogan neçe, ti, pirsgirêk çareser nabe.”


Arslan: Dixwaze sûcê xwe binixumîne

Rojnamevan Devrîm Arslan bi sernavê “Li Tirkiyeyê azadiya ramanê û rewşa medya Kurd” pêşkêşiyek kir û bibîr xist, ku azadiya ramanê bingeha demokrasiyê ye. Arslan got, “Piştî darbeyê, zext li ser çapemeniya alternatîf hate kirin. Qenala zarokan jî di nav de gelek qenalên televîzyonê hatin girtin. 11 qenalên radyoyê hatin bêdengkirin. Îro 128 rojnamevan girtî ne. Tirkiye dixwaze ya li nava xwe dike, li Ewropayê jî bike. Mînak, qenalên televîzyonê Newroz û Med Nûçe girt. Tevî ku van her du qenalan di dadgehê de qezenç kirine jî, destûr ji wan re nayê dayîn ku weşanê bikin.”

‘Kurd nirxên mirovahiyê diparêzin’

Berpirsyarê Karên Derve yê UNÎTE Dûbbîns ku par ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parlamenta Îngilîstanê kampanyayek da destpêkirin, da xuyakirin ku tevgera Kurd ji aliyê mafên mirovan û mafê jinê ve li herêmê gelekî li pêşe. Dûbbîns bal kişand ser komkujiyên li bajarên Kurdan hatin kirin û got, “Weke mirovekî ku herêmên xetere yên cîhanê yên weke Fîlîstîn û Kolombiyayê dîtiye, dema min navçeya Sûr a Amedê dît, tirs û xofeke mezin kete dilê min.”

Dûbbîns işaret bi girîngiya azadiya Ocalan jî kir û got, “Ji bo aştiyê, divê Abdullah Ocalan serbest were berdan.”

Dîcle: Erdogan hewldan têk birin

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî bal kişand ser pêvajoyên aştiyê yên salên 1993 û 2013’an. Dîcle da xuyakirin, Erdogan dixwaze dîktatoriya xwe mayînde bike û got, “Mîna Hîtler dike qareqar.” Dîcle destnîşan kir, ku Erdogan gefek li aştiya Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye. Hatîp Dîcle bang li Ewropayê jî kir, ku ji bo aştiyê PKK’ê ji nava lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ derxîne.

Serokê Federasyona Komeleyên FÎDH’ê Chrîstopoûlos jî bibîr xist, ku ew çûye Tirkiyeyê û got, “Li Tirkiyeyê şîdeta dewletê, binpêkirina mafên mirovan û şîdeta li jinê dewam dike.” Chrîstopoûlos di mijara penaberan re rexne li Ewropayê kir û xwest, bi dudilî tevnegerin.

Parlamenterê HDP’ê Baydemîr jî got, “Li Tirkiyeyê du rê hene: Ya ew Meclîs wê bibe Meclîsa Kurdan jî, yan jî mafê Meclîsê yê Kurdan mayînde ye. Ya dewlet wê bibe dewleta Kurdan jî, ya jî wê lêgerîna Kurdan dewam bike.” 


 ANF / BRUKSEL