Li dijî siyaseta krîmînalîzekirina Kurdên li Elmanyayê, zêdebûna nîjadperestiyê û qanûna polîsan, 1’ê Kanûnê li paytexta Elmanyayê Berlînê, xwepêşandaneke girseyî tê lidarxistin. Xwepêşandan wê di salvegera 25’an a qedexeya li dijî PKK’ê, çêbe. Çalakî bi banga hevpar a gelek saziyên civaka sivîl, zanyar, akademîsyen, hiqûqnas, parlamenter, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bi dirûşma “Nabe ku daxwaza azadiyê were qedexekirin” pêk tê. Meş wê roja şemiyê saet 12’an li meydana ku kolanên Neptunbrunnen, Rathausstrasse û Spandauerstrasse ya li Alexanderplatzê dest pê bike.

Bi navê Komîteya Amadekar a çalakiyê daxuyaniyek hate dayin û bang li alîgirên demokrasî û mafên mirovan kirin ku 1’ê Kanûnê li Berlînê bin.

 

BERLÎN