Hevserokê berê yê HDP'ê Selhedîn Demîrtaş li zindana Edîrneyê rehîn tê girtin û daxwaza ji bo berdana wî bê sedem hat redkirin. Demîrtaş ji dilê xwe nexweş e, û bi sedema şewba koronayê parêzerên wî xwestin were berdan. Serlêdana wî du hefte berê hat kirin, rayedarên dewleta Tirk du hefteyan fikirîn û di dawiyê de bêyî ku sedemê bibînin, daxwaza berdanê red kirin. Parêzerê Demirtaş Mahsuni Karaman da zanîn ku ti sedem ji wan re nehatiye nîşan dan û rêya îttîrazê jî hatiye girtin. Hêjayî bi bîr xistinê ye, Demirtaş tevî nexweşiya wî ya dil, di warê bêhn danûstendinê de pirsgirêka wî heye û hipertansiyon jî li cem heye. NAVENDA NÛÇEYAN