Di kongreyê de biryar hatibû girtin ku ji 51 kesan Meclîsa Tenduristiyê li 4 parçeyên Kurdistanê xebatan bi rê ve bibe. Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê li ser esasê biryarên di kongreyê de hatine girtin vebêje rojên borî çûbûn Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) û piştî civînê vegeriyan. Berdevka Demê ya Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk Salîha Aydenîz, têkildarî xebatên xwe got ku ji bo herêmê û 4 parçeyên “Kurdistanê” biryarên girîng wergirtine.

Derman nagihêje Rojava

Aydenîz da xuyakirin ku wek pêkhateyên Meclîsa Tenduristiyê der barê qada tenduristiyê de li ser 7 xalan biryarên girîng wergirtine û yek ji wan jî Rojava ye. Aydenîz got ku wek pêdiviyên bingehîn alîkariyên mîna derman û hwd. nagihêjin Rojava û axaftina xwe wiha domand, “Bi taybet ji ber aşiyên me nagihêjin Rojava nexweşiyên şobê zêde bûne. Di pêvajoya pêşiya me de ji bo Rojava em ê bi saziyên civakî yên sivîl re bên cem hev û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê xebatan bi rê ve bibin.”


Em dixwazin biçin Îmralî
Aydenîz anî ziman ku wek meclîs rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine rojevê û di vê çarçoveyê de hem ji Wezareta Edaletê û hem jî ji Wezareta Tenduristiyê re nivîs şandine. Aydenîz di vê mijarê de wiha got, "Em dixwazin heyetek ji me biçe Îmrali. 14 sal in ku di cihekî bi rutubet de maye û ji ber temen mezin dibe, em wer difikirin ku pirsgirêkên tenduristiyê dijî.”

Alîkariya ji bo Mexmûr

Aydenîz derberê rewşa gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) jî got ku welatiyên li wargehê biryar girtine ku bi xwe nexweşxaneyê çêbikin û ev xusûs anî ziman: "Têkildarî vê mijarê wê hem maddî hem jî manewî piştgiriya me çêbibe.” Aydenîz destnîşan kir ku biryar girtine di nav salekê de bi komîsyonên xwendekaran re yan “Konferansa Neteweyî ya Tenduristiyê” yan jî “Konferansa Meclîsa Tenduristiyê ya Neteweyî ya Kurdistan” pêk bînin. Aydenîz der heqê vê mijarê de jî wiha axivî: "Der barê mijarê de xebat hatine destpêkirin. Têkildarî xwendekarên her parçeyî koordînasyonek ava bû. Di pêvajoyên pêşiya me de wê ev koordînasyon civîna xwe ya yekemîn di mehên Îlon û Cotmehê de pêk bîne.”

AMED