Barzanî li ser rûpela xwe ya Facbookê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku: "Ev demeke dirêj e hin partî û aliyên siyasî di mijarên makzagonê de  ji çapemeniyên re didin diyar kirin ku ew dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêka makzagonê lihevhatineke netwewî pêk bînin, lê wan heta roja îro tiştek nekirine."

Barzanî diyar kir ku mijareke girîng mina mijara  makzagonê pê tê lîstin, hin aliyên ku naxwazin lihev bên bila eşkere bêjin "em makzagonê naxwazin. Eger ew aliyên siyasî dixwazin ku makzagoneke welatê me hebe, çima vê mijarê bi dawî nakin û nêrînê xwe yên eşkere nabêjin, eger tiştekî wan tune bila rê bidin gel ku vê mijarê bi dawî bike."
Di heman mijarê de berdevkê fermî yê buroya siyasî ya Yekîtî Neştîmanê Kurdistanê (YNK) Azad Cindiyanî diyar kir ku buroya siyasî ya YNK’ê dê di civîna roja pêncşemê de bersiva Barzanî bidin.
Cindiyanî ji PUKMEDIA yê re diyar kir ku wan di civîna meclîsa serokatiya YNK’ê de biryar dane ku mijara makzagonê bi lihevhatineke netewî çareser bibe û ew ê roja pêncşemê jî bi daxuyaniyekê bersiva serokê Hikumetê bidin. 

HEWLÊR