Çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê, vê hefteyê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Federasyona Elewiyan a Ewropayê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) û Buroya Aştiyê ya Jinê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyana Azadî, Sara Rojbîn Ronahî” “Faşîst Erdogan, hevkar Fransa”, “Erdogan kujerê jinan” ên bi zimanên Elmanî û Fransî hatin qîrîn.

Jinên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek lidar xistin. Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li taxa Altona pêk hat û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin. Qisekerên li vê derê bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li Strasboûrg û Amedêû hewldana artêşa Tirk a dagirkirina Rojava şermezar kirin. 

Li Parîsê bi daxwaza ku berpirsyarên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an bên diyarkirin, çalakiya edaletê hate lidarxistin. Çalakiya edaletê ya ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) weke her hefteyê tê lidarxistin, SKB û Tamîliyan jî destek kir. Di çalakiya ku flamayên her 3 jinên şoreşger hatin bilindkirin de, têkildarî qetlîamê belavok hatin belavkirin. Çalakî ku dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” , “Jin Jiyan Azadî” û “Em edaletê dixwazin” hatin berzkirin, bi xwendina belavoka têkildarî qetlîama Parîsê ve bi dawî bû.  


 DUSSELDORF/PARÎS