
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hat gitin, ev 18 sal e li girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de têdikoşe. Ji bo tecrîda li ser Ocalan û şerê li Bakurê Kurdistanê bi dawî bibe, heyeta ku ji 13 kesan û di nava wan de endamên Parlamentoya Ewrûpayê yên Demokratên Civakî û Koma Çepgiran û akademîsyen jî hene ji bo 13’ê Sibatê bi Ocalan re hevîtinê pêk bibin, serî li Wezareta Dadê dan.
Endamên heyetê yên li benda bersiva Wezareta Dadê ne. Her wiha heyet wê li Amed û Stenbolê hinek hevdîtinan pêk bînin. Heyeta ku dê bi partiyên siyasî, rêxistinên civakî, sivîl re hevdîtinan pêk bîne, piştî hevdîtinan wê rapora ku amade bike pêşkêşî Parlamentoya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî bike.
Name şandin ji Bozdag re
Li ser navê heyetê endamên Parlamentoya Ewrûpayê Costas Mavrides û Julie Ward di 30’ê Çileyê de ji bo bi Ocalan re hevdîtînê bikin ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag re nameya serlêdanê şandin. Di nameya heyetê de ev tişt tên gotin: “Birêz Bekîr Bozdag ji bo em bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û ji pêvajoya aştiyê carek din destpê bike dixwazin biçin girava Îmraliyê. Ji bo vê jî em destûrê ji we dixwazin. Em bawer dikin ku dê Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, wê alîkariyê bide. Delegasyon ji bo 17, 18 yan jî 19’ê Sibata 2017’de Ocalan ziyaret bike destûr dixwaze. Ger hemû endamên delegasyonê nikarin ziyaret bikin jî em li ser navê koma ku dê bê hilbijartin daxwaz dikin. Em ji we rica dikin ku hûn destûrê bidin koma ku dê ji aliyê delegasyonê ve bê hilbijartin. Em ê nirxadina we ya daxwazên me bi rûmet pêşwazî bikin. Ji ber girîngî û lezgîniya mijarê em li benda bersiva we ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN