Bi pêvajoya çareseriyê ya dest pê kir nîqaş berdewam dikin. Komîsyona Mirovên Aqilmend a hate avakirin bi hemû kesan re hevdîtin kir û ji Dayîkên Aştiyê banga hevdîtinê hat. Cemîle Akgul a ku bi salane di nav Dayîkên Aştiyê de têkoşînê dimeşîne û di sala 1996'an de ji Dêrsîmê bi zorê koçberî Stenbolê bû têkildarî mijdarê de axivî û wiha got: "Malbata min di sala 1930'an de komkujî dît. 2 zarokên min hêj 12 salî tevlî PKK'ê bûn. Zarokên min ji ber îşkenceyên dîtin riya çiya girtin." Akgun, diyar kir ku di şer de bedelên herî mezin jin û dayîkan kêşandin û wiha axivî: "30 salin ji bo aştiyê em têkoşînê didin. Di paşvekişandina sala 1999'an de gelek zarokên me hatin qetilkirin. Em îro jî wê diltirsiyê dijîn. Me di bin siya panzeran de zarokên xwe mezin kirin. Em 30 salin ligel hemû tiştî li kolanan in." Akgun, anî ziman ku ew bi dilxwazî piştgiriyê didin Komîsyona Mirovên Aqilmend û wiha axivî: "Lê Dayîkên Aştiyê yên ewqas bedel dayîn hatin jibîrkirin. Gelo bi me re hevdîtin nedikirin? Hêj daxwaza hevdîtinê nehatiye û em li bendê ne. Tu şikestina me tuneye. Em dê têkoşîna xwe bidomînin."


'Em dixwazin alîkarî bidin'

Dayîka Aştiyê ya 2 zarokên xwe di pevçûnan de windakirin, keçekî wê di operasyonên bi navê "KCK'ê" de girtiye û kurekî wê hêj li çiyaye Dondu Ergîn jî wiha got: "7 zarokên min hene û hemû ketine girtîgehê. Kurê min bi 8 guleyan birîndarbû û piştî 10 salan di girtîgehê de ma dema derket dîsa çû çiya." Ergîn, anî ziman ku dema kurê wê çû çiya ji wê re got, "Elewî nabêje ez elewî me, Kurd nabêje ez Kurd im. Ev zilim dê heta kengî berdewam bike." û wiha axivî: "Dema keça min çû çiya 19 salî bû. Gora keça min a li Dêrsîmê jiyana xwe ji dest da hêj tuneye." Ergîn, da zanîn ku di paşvekişandina sala 1999'an de kurê wê Yusuf Ergîn (Sînan) jiyana xwe ji dest da û wiha pê de çû: "Kurê min hefteyek berî paşvekişandinê bi telefonê li min geriya. Ji min re got, 'Serok dibêje bila çek venebin, lê her aliyê me hatiye dorpêçkirin.' Piştî vê axaftina me 8 roj şunda agahiya şahdeta kurê min hat. Ligel hemû tiştên me jiyîn em alîgirên aştiyê ne. Em piştgiriyê didin pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hate destpêkirin." Ergîn bi gotinên "Em hurmetê nîşanî mirovên aqilmend didin lê em dixwazin bi kesên êş kêşandî re jî bişêwirin" bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Gelek dayîkên wekî min gotin, 'Ez girtiyam bila tu dayîkên din negirîn' Divê mirovên aqilmend em ji hilgirtinban nava xwe. Divê ji me jî raman girtiban. Em dixwazin di her mijdarê de ji mirovên aqilmend re bibin alîkar. Em dixwazin AKP di vê pêvajoyê de zelal be. Em niha li ser kêr dimeşin. Heke paşve vebigerê şer ji bo me hemûyan dê bibe hilweşîn."

‘Ev  welat a zarokên me ye’

Dayîka Firdevs Akbulut a ku di sala 2005'an de weke mertalên zîndî tevlî PKK'ê bû Pervîn Akbulut jî wiha got: "Min di vê dozê de 10 xizmên xwe winda kirin. Em rastî koçberiya bi zorê hatin. Keça min zanîngeh qezenc kir û derket çiya." Akbulut bertek nîşanî gotinên Serokwezîrê Tirk Erdogan ên "Bila dest ji çekan berden û welat terk bikin" da û wiha axivî: "Ev welat, welatê zarokên me ye. Divê mirovên aqilmend serbixwe bin. Divê alîgirên tu kesî nebin û aştiyekî rast pêk bînin. Hemû zilim Kurdan dît. Kurd mirovên aqilmend bi dawol û zurnayan pêşwazî dikin." 

DÎHA/STENBOL