Asya Abdullah der barê rewşa dawî ya Kobanê de agahî da û destnîşan kir ku DAIŞ ji herêmên xwecih ên derveyî Kobanê her tim alîkariya çekan digirin û got di nava van de tank û top jî hene. Abdullah da zanîn ku ev çek li dijî navenda bajar tên bikaranîn û sivîl hedef tên girtin. Abdullah wiha berdewam kir: “Digotin li Kobanê sivîl tune ne. Di du rojên dawî de 8 şehîd hene. Ev hemû sivîl in."
Abdullah bi lêv kir ku êrîşên hêzên koalîsyonê yên ji hewayî ve didomin û mixabin ev êrîşên hewayî di mijara ku çekên giran bê bandor bike de qels dimînin û wiha pê de çû: “Çeteyên DAIŞ’ê li taxên Botan û Kaniya Kurdan hebûna xwe didomînin. Li bajar li cihên ku pevçûn hene bajar wêran kirine. Xeleka li dora bajar didome. Ji bo piştevaniya ji Kobanê re ev korîdor ferz e û daxwazên me yên di vî alî de didomin."

Abdullah hewcedariyên sivîlan û mijara korîdorê wiha nirxand: “Sivîl tên lê pêwîstiyên wan hene, divê bên pêşwazîkirin. Hemû gundên dora bajar wêran kirine. Di nava Kobanê de hemû cihên ku hewcedariyên gel pêk anîn hilweşandin. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku hilweşîna li Kobanê ji bo ji nû ve bê avakirin divê proje bên pêşxistin. Divê alîkariya leşkerî û sivîl bê kirin. Ji ber vê korîdor girîng e. Piştgiriya navneteweyî ji bo Kobanê girîng e.”

KOBANÊ