
pirsa Kurd re eleqadar dibe. Tevî hevalê xwe Michel Laurent bi navê Piştgiriya Fransa- Kurd komelek sazkirine. Sylvie Jan li Parisê bi Fidan Dogan (Rojbîn) ku tevî du siyasetmedarê Kurd li Parîsê hate qetilkirin re kar û xebatên diplomasiyê meşandin. Sylvie Jan bi cenazeyên qurbanên Parisê re çû Kurdistanê. Di dema borî de ji bo serdana gora Rojbîn a li Elbistanê çû Kurdistanê. Sylvie Jan têkildarî serdana xwe û pirsgirêka Kurd pirsên me bersivandin…
Hûn dikarin rêwîtiya xwe ya Kurdistanê û çavdêriyên xwe bi me re par ve bikin?
Dema ku min serê xwe dida ser balifê, min digot , ez li mala xwe me. Rêwîtiya me li bajarê kevn ji beriya 3000 sal vir ve mozaika gelan Dîlokê dest pêkir. Pist re em gîhistin bajarê ku Rojbîn lê di himbêza axê de raza ye. Bi dê û bavê Rojbîn û çend kesan re, em çûn serdana gora Rojbînê. Pişt re em çûn Amedê; ji wir jî derbasî bajarê erdhej û xesar dîtî Wanê bûn. Bi Şaredarê Wanê Bekir Kaya ku beriya demekê ji zindanê derket re me hevdîtin pêk anî. Pist re em derbasî Colemêrg, Bazîd, îdir û çiyayê bedew Çiyayê Agirî bûn. Li sînorê Sûriye, Iraq,Îran û Ermenistanê di demdirejiya 2000 kilometreyî de me gelek kes û malbat naskirin.
Lê sedema bingehîn a çûna we serdana gora Rojbîn bû bawerim...
Erê Rojbîn li kêleka Sakine û Leyla li Parisê hate qetilkirin. Gava me sê cenaze birin Amedê min soz dabû dayika Rojbînê ku rojeke ezê vegerim ser gora Rojbînê. Ji bo min giring bû, ka ew li ku derê diraze. Kijan kulîlkan bêhn dike. Gava ez qala Rojbînê dikim ez yên din ji qet ji bîr nakim. Me bi salan bi hev re kar û xebatên politik meşandin. Em ji bilî kar û xebatan, dost û heval bûn. Piştî xatirxwestina wê we min dixwast serê sibê herim serê çiyan kulilkan kom bikim û daynim ser gora wê. Rojbînê pirr ji kulîlkan hez dikir. Min xwest destê xwe daynim ser axa ku wê dinûmand. Ji bo min rewşeke xemgîn rûdida lê min di heman demê de zor dida ramanên xwe, min digot ew wan jiyana gelê Kurd pêdeviya xwe bi asîtiyê heye, ji ber ku ew jî yên vê cîhanê ne. Em bi we re ne. Asîtî ji bo me hemûyan pêvîstê.
Di der barê komkujiya Parisê de hûn çi di fikirin?
Dema em ji pistî birina cenazeyên vegeriyan Fransayê, min şok û berfirehiya vê komkujiyê bas fem kir. Bêguman li ser min wêneyên sê jinên soresger ji bo min, nîsana gelek nirxên rêzdarî, bextewarî û evîndariyê ye. Di bêjim Kurd çima nikarin di nav ewlekariyê de bîjin. Di tevahî cîhanê de divê Fransa jî mere rastiyê bibêje. Kîjan hêzên tarî fermana vê komkujiyê dan? Li gorî berpirsyarekî BDP'ê ev komkujî ji bo Ocalan mesajek bû. Lê belê, em dizanin ku haya desthilatdariya Fransa û Tirkiyeyê jê heya , ew rastiyê baş dizanin. Lewra divê parlemana Fransa bersiveke tetmînkar bide me. Rojbîn di heman demê de danûstandin, piştvaniya Fransa- Kurd avakiribû. Soza me heye ji bo rastiyê û dadmendiyê komîteyekî berfireh ava bikin.
We rewşa sişasî di navbera tevgera azadiya hel Kurd û hikûmetê de çawa dît?
Roja ku PKK'ê biryar da hêzên xwe yên çekdar şûnve vekişîne derveyî sînor, ev pêvajo didomê, Êdî îro gog li aliyê dewlata Tirk e. Ew jest ji aliyê Rêzdar Ocalan ve hate kirin. Bawerim ku ev pêşketin wê dawî li şerê dehê salan dom dikir bîne. Dîsa ez bawerim ku Rêzdar Ocalan bû muxatabekî jeneger. Hem ji bo Tirkiyê û hemû ji bo hemû hêzên navnetevî wekî Nelson Mandela Ocalan ev 14 salin di bin tecridê de yê. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan gelek sedemên wî hene ji bo vê qonaxa pêvajoyê. Erdogan ber bi hilbijartineke girîng ve diçe û dixwaze alîgirê xwe zêdetir bike. Dizanê ku di tengasiyê da ye û startejiya wî bi ser neket. Soz dabû ku wê Kurdan bi polîtîkayên tinekirinê bê bandor bike. Lê biser neket. Di mijara Sûriyeyê de biser neket. Dîsa di mijara Sûriyeyê de bondor li ser dewletên Ewropî nekir. Ji bo tevlî bûna Yekitiya Ewropayê bi awayekî nîv dil, li hemberî gelê xwe , bi rik, tu tisteke bi wate diyar nekir. Ez piştrastim ku hebuna hêzên çekdar yên PKK li serê çiyan li hemberî zext û êrîsên Erdogan pêwistê. Biryara Ocalan di aliyê Kurdên li her derê em bi wan re axvîn ve bi dilsahî heta pêswazî kirin.
Beriya her tiştî Erdogan dixwaze serweriya xwe bidominê. Ji bo ku projê û astîyê ne keve xeterê, divê projeyeke ji aliyê Kurd û Tirkên ku dixwazin bibin xwediyê pêserojeke birumet. Aşkere bêjim di heman demê de ji metirsî û fikarên me ji hene ji ber ku ez di demekî nez de ji Kurdistanê vegeriyam. Carek din Kurd nikarin vegerîn rewsa berê.
Di serdan û têkiliyên we danîn de mîsyon û xabata BDP'ê we çawa dît?
Berê gelê Kurd dibêje, "em dixwazin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin". BDP jî bûyê tevneke têkoşîn û ekoleke paristina hemû kêmnetewan, komên olî, çandên cuda ku li Kurdistanê dijîn. BDP bûyê partiyeke vîzyon, laîk, ekolojîk, demokrat, desentralizê, wekî hevî di navbera zeyand de. Li gel hemû astengiyên, bêkariyê, girtina sarêdar û xebatkarên wan en di şert û mercên cuda de ev vîzyon û konsepta demokrasiyê û beşdarbûna gel, di heman demê de jî di her cîh de banga azadiya raman bi awayekî azad xwe bi rexistin kirin. Bo jiyaneke rumet, pêdeviya hemû gelan bi demokrasiyê, wekhevî û asîtiyê heye. Divê Fransa gudarî van daxwazên gerdûnî bike. Ew daxwazên gelên me jî ne. Buyerên li Tirkiyeyê diqewimin, gel li hemberî wan buyerên xwe ji tirsê rizgar kirin û bawerî bi xwe anîn. Ez dibêjim, em mirov hemû di aliyê mirovî û politik ve wek hevin. Di gera xwe ya Kurdistanê de li mala Kurdekî dibûm mêvan. Min digot, ez li mala xwe me. Daxwazên gel hemû wek hevbûn. Azadiya maf ji bo herkesî, rêzdarî ji bo xwezayê, wekî mînak em ji li Fransayê di nav dîtina politikayek altarnatif de ne.
Helwesta Fransa li hember gelê Kurd hûn çawa dinirxînin?
Li hemberî welatê xwe bi hêrsim. Ez fêm nakim çima hikûmata me Kurdan wekî perê hûr ji bo berjewendiyê xwe bi kar tînê. Divê Fransa rastiya xwe li xwe mikur were. Peymanên xwe yên aborî ji bo asîtyê bikar bîne. Lewma, em di nav hewildan û têkosîn de ne da hevkariya polîsan di navbera Fransa û Tirkiyeyê de bê betal kirin. Ew peyman berê bi navê 'têkoşîna li dij terorizmê' li dijî Kurdan tên îmza kirin, ev rewş qet nêye pêjirandin.
Ji niha û pêde hûnê xabateke çawa bimeşînin?
Ez ji Kurdistanê bi enerjiyekî nû hêzê dide raman û daxwazên min vegeriyam. Daxwaza min hîn bêtir danasîna Kurd û welatê wan e. Me komalek nû ava kir. Ji bo danûstandin, çandî, komelî, zanîngeh pist re jî bi awayekî berfireh û cuda bi hev re kar kirinê komela ku me ava kiriyê jî diyariya jinên Kurd û Fransayê dikim.
ÎSMAÎL GOKSUNGUR