Girtiyên jin: Hevrêya me Leyla Guven bi biryardarî û berxwedana xwe li dijî tarîtiyê ronahiyê, li dijî şer aştiyê diparêze.Bi navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê em berxwedana wê silav dikin û dibêjin daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Hevseroka KCD´ê û Parlementera HDP´ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bale bikşîne ser tecrîdkirina Ocalan 7 Mijdarê ragihandibû ku ewê dest bi greva birçîbûnê bike. Piştî Leyla Guven ket greva birçîbûnê piştgiriya ji bo wê her ku diçe zede dibe. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê dîl girtî ne, bi peyamekê destek dan greva birçîbûnê ya parlementera HDP´ê a Colemêrgê Leyla Guven. Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin Peyama girtiyên jin wiha ye:“Tecrîdkirina Birêz Ocalan, tundiya mêr û dewletê ya li dijî jinan û polîtîkayên şer ji hev cuda nîne. Tifaqa AKP-MHP’ê ku di neçareseriyê de israr dike, ji bilî rijandina xwîn û rondikan tiştekî nade gelan. Têkoşîna azadiyê ya jinan li dijî vê tarîtiya tifaqa AKP-MHP’ê her ku diçe mezin be. Hevrêya me Leyla Guven bi biryardarî û berxwedana xwe li dijî tarîtiyê ronahiyê, li dijî şer jî aştiyê diparêze. Leyla Guven ku emrê xwe daye têkoşîna azadiya jinê, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan dest bi berxwedana greva birçîbûnê kir. Bi navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê em berxwedana wê silav dikin û dibêjin daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye.Ya ku faşîzmê biqedîne, têkoşîna azadiyê ya jinan û berxwedana jinan e.Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin û tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan tavilê biqede.” Heta tecrîd bişkê berxwedan Ji bo piştgirî dayîna daxwaz û çalakiya Leyla Guven Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê jî 21’ê Mijdarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger da destpêkirin. Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ku yek ji çalakgerên greva birçîbûnêye, diyar kir ku heya tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe, ewê dest ji çalakiya xwe bernedin. Lazime ev daxwaz pêk bê Li Îzmîrê jî welatiyan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û destnîşan kirin ku Guven xwedî li daxwaza aştiyê derdikeve.Welatiyan diyar kirin ku daxwaza Guvenê daxwazeke mafdar e û divê demildest ev daxwaz pêk bê. NAVENDA NÛÇEYAN