Li navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê, mamostayên bi peyman çalakiyek li dar xist û daxwaza mafên xwe kir. Di çalakiyê de daxuyaniyeke rojnemevaniyê li ser navê mamostayan hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê mamosta Aram Mihemed ve hate xwendin. Aram Mihemed got; “Em weke mamostayên bi peyman, dikarin valehiyeke mezin di dibistanan de dagirin. Mixabin, ev xizmeta mamosteyan nayê dîtin. Her meh pereyekî kêm ji bo me tê dayîn. Ji bo vê me li vir hinek daxwazên xwe radestî aliyên peywendîdar kirin. Heger hikûmet daxwazên me bi cih neke, em ê boykotê bikin û li ber derê dibistanan kon vedin.”
Pêwîstî bi guhertinan heye
Mamoste Aram Mihemed daxwazên mamosteyan wiha rêz kirin;
- Mamosteyên bi peyman bi awayekî fermî werin pejirandin.
- Heya ku em bi fermî werin pejirandin, pêwîst e hinek guhertin werin kirin. Ev jî di warê pere de jî pêk bê.
- Heta ku mamostayên bi peyman werin pejirandin, li dibistanan bi awayekî fermî kar bikin.
ROJNEWS/RANYA