Encamnameya Konferansa Êzîdiyan a ji hêla Komîsyona Kêman û Baweriyê ya KCD'ê ve ku 2 roj dom kir de hate aşkere kirin. Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Konferansa me ji bo avakirina Kongreya Êzîdiyên Cîhanê, ji bo yekîtî û Konferansa Netewî ya Kurd û her wiha ji bo pirsgirêka Civaka Êzîdî û çareserikirina wan pêwîstî bi avakmirina rêveberiyek bi navê 'Rêveberiya Civaka Êzîdiyan ya Kurdistanî' dibîne."
Konferansa ku 2 roj berdewam kir ji bilî êzîdiyan gelek mêvan jî beşdar bûn. Piştî konfrens dawî bû, ji hêla Parlementera Parlementoya Ewropa ya berê Feleknas Uca ve encamname hate xwendin. Uca bal kişand ser têkoşîna Kurdan a di asta navneteweyî de û diyar kir ku divê gelê Kurd yekitiya xwe xurt û bilind bike. Ûca destnîşan kir ku bo parastina çand û zimanê Kurdan Êzîdî têkoşîneke bi rûmet dimeşînin û diyar kir ku Êzîdiyan bedelek li hemberî zilm û êrîşên li ser gelê Kurd pêktên daye.

Di encanameyê de van xalan cîh girt:
- Konferansa me ji bo Kongreya Êzîdiyên Cîhanê, ji Konferansa Neteweyî ya Kurdan û yekitiya Kurdan, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkên civaka Êzîdî pêwîstî bi “Rêveberiya Civaka Êzîdiyên Kurdistanê” heye.
- Kesê weke berdevk bê hilbiartin di heman demê de wê ji bo xebatan 3 komîsyon ava bike; Pêkhatina Kongreyê, Yekitî û Konferansa Netewyî ya Kurdan û Komîsyona Çareseriya Pirsgirêkên civaka Êzîdî.
- Konferansa me bang li hemû siyasetmedar û pêşengên Kurdan dike ku Kongreya Neteweyî di dema herî zû de bê lidarxistin.
- Divê konferansa me Lijneya Jinên Êzîdî ku wê îrade û rêxistinbûna jinên Êzîdî xurt bike bê avakirin.
- Di konferansa me tengasî û pirsgirêkên ku jin di nava civakê de dijîn aniye ziman, kuştinên di bin navê namûsê de, zewaca pirjinî, zewacên bi zorê, zewicandinên di temenê biçûk de û pereyê next hatine mehkûmkirin.
- Em daxwaz dikin ku hemû malên Êzîdiyan bibin cihên ku hişmendî û yekitiya neteweyî lê pêş ketiye.
- Konferans pêşniyar dike ku komîsyonên ji civaknas û dîrokzanan pêk tên ola Êzîdîtiyê lêkolîn bikin.
-  Divê ev konferans hertim berdewam bike û herî kêm du sal carekê bê lidarxistin.
- Li hin parçeyên Kurdistanê desthilatî baweriya Êzîdiyan nas nakin û li hemberî Êzîdiyan polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşînin. Em bang li hemû rayedar û peywendîdaran dikin ku li hemberî van polîtîkayan têkoşîn hebe û divê nasname û vîna van, bawerî û olan bê nasîn.
- Divê ji bo xebatên parastina çanda Êzîdiyan li Amed an Mêrdînê navendek ji bo Êzîdian bê vekirin.
- Divê li hemû parçeyên Kurdistanê cihên pîroz ên Êzîdiyan bêne restorekirin, nûkirin û parastin.
- Divê li dewletên ku ola Êzîdî bi fermî qebûl nakin û nas nakin têkoşîn bê meşandin û divê nifûsa Êzîdiyan a li van welatan were tesbît kirin. 
- Konferansa me daxwaz dike ku rêveberiya Iraqê xala 140’emîn a Makeqanûnê bicih bîne.
Hate zanîn ku wê encamnameya konferasê ji hemû saziyên Kurdan ên li Ewropa, Rojhilata Navîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû parlementerên Kurd re bê şandin. 

DÎHA/AMED