Herêmên Kurdî jî di nava ambargoyekê de mane, girtina deryê sînor yê di navbera rojava û başûrê kurdistanê ev ambargo hîn kûrtir kir. Jiber van sedeman li bazarên heremên yê Rojava buhabûnê rû dide. Bi taybet pêdeviyên jiyana rojane mîna xwarin, derman û şîrê zarokan pir buha bûne. Ji ber ku çavdêrî li ser bazaran tune, hinek bazirgan jî keysebaziyê dikin buhayên tiştan pir bilind û welatî nema dikarin gelek pêdivyên xwe bikirin.

Ji bo ronîkirina vê rewşê nûçegihanê ajansa HAWAR'ê li bazara bajarê Girkê Legê, bi hin welatî, bazirgan û serokê Yekîtiya Dikandaran re hevdîtin pêkanî.
Welatiyê binavê Behmen Şêxê diyar kir ku li bazara Girkêlegê buhabûneke mezin rû daye. Her tişt li firoşgeha heye, lê buhayê wan bilind e û her roj bilindtir dibe. Şêxê ji berpirsyaran xwest ku komîteyên çavdêriya bazarê weirin avakirin.
Fatma Mihemed, diyar kir ku tiştên wan berê çend rojan bi 200 lîreyî dikrîn îro buhayê wê 600 lîreye.
Salim Ehmed dibêje "Buhayên tiştan her roj bilindtir dibe, ku em ji firoşgehan dipirsin çima buhabûn zêde dibe, dibêjin ew ne di destê mede ye, di destê bazirganên mezin de ye."

Sedemên buhabûnê

Mihemed Şefa, yek ji bazirganên Girkêlegê li ser pirsame gelo çima bazar buha bibe "ez wekî bazirgan dizanim ku buhayê tiştan bilinde.  Niha rêyên Helebê girtî ne, em nikarin ji Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê jî alavan bikirin. Em neçarin ji bazirganên Qamişlo bikirin. Ew jî bi buha alavan difiroşên me.”
Şefa diyar kir ku girtina deriyên sînor yê bi Başûrê Kurdistan hiştiye ku buhayên hin tiştan bilintir bibe.
Ehmed  Sebrî, yek ji dikandarên Girkêlegê  diyar kir ku “Hîn bazirganan bi Artêşa Hur re lihev kirine û tenê ew dikarin tiştan ji Helebê bikirin, ew bazirgan jî buhayê tiştan li me giran dikin.
Serokê Yekîtiya Firoşgehên Girkêlegê Ebdureham Temê, diyar kir ku ew hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin, Temê weha got “pir sedemên buhabûnê hene, yek jê ew e ku li herêmên me kargeh tunene lewra em tiştên xwe ji bajarê din ên Sûriyeyê dikirin, lê niha rê girtî ne. Sedeme din ji ber ku buhayê lîra Sûriyeyê beramber dolarê pir ketiye".
Temê diyar kir ku ew ê ji bo çavdêriya bazarê komîteyekê avabikin her weha ew hewl didin ku bazareke zebzeyan avabikin. 

GİRKÊ LEGÊ