Gava nûçeya rûxandina peykerê peyamberê welatparêziya Kurd, mamoste Ehmedê Xanî di çapameniyê de belav bû, gelek welatparêz bi tundî êşiyan. Helbet Hz. Xanî ne kesekî ji rêzê ye û ji bo gelê Kurd cihekî wî yê nayê guhertin û balaberz ê heta hetayê di nav dil û mejî de heye.
Helbet wî bi ti awayî rewşa Kurd û Kurdistanê ya lawaz qebûl nekiriye. Bi qelem, bi zanyarî û bi edebiyatê li dijî wê qedera xerab têkoşiyaye. Bi berhemên xwe yên giranbuha jî rê nîşanê miletê xwe daye.
Li aliyekî mirov wek Kurd û di heman demê de wek mirov jî çiqas bi vê nûçeyê xembar bibe di cih de ye. Lewre, dolên dêlegurê yan jî wek Hasan Sabah gotiye: Dizên hespan yên ji Asyayê hatîn, ku îro AKP-MHP´ê ya faşîst û Erdogan nûnertiya wan dikin, li welatê Kurdan, li ser axa pîroz ya kesayetên wek Xanî, Feqî, Cizîrî, Goran Nalî û Herîrî gihandin her cure hovîtî û karên derî mirovî dikin.
Ew axa ku bi hubir û qelama zanist, şaîr û bi xwîna lehengan hatî avdan, hezar salên dawiyê di bin lingên hespên wan ên dirinde û di serdema me de jî bi çekên modern yên tinekirinê ve dihête qirêjkirin.
Eger piçek dên û bala mirovan li ser qewmînên li Kurdistanê be, baş tê bîra mirov ku beriya peykerê mamoste Xanî jî gelek kiryarên wiha kirêt û rûreşî li bakur û li Tirkiyeyê rûdane. Desthilata ku îro nûnertiya tevahiya paşverûtî, durûtî û rûreşiya dîroka dagirkeriyê ya serdestên Tirk dike, li hemberê berhemên herî kevnar û ji aliyê hunerî ve herî hêja yên Anatolya û Mezopotamyayê jî bi heman helwêstê êriş kiribûn: Şaredarê faşîst yê Enqereyê ji bo berhemên ji serdema Hîtîtiyan gotibû, "Ez tif bikim li berhemên wiha yên hunerî û dîrokî." Ew berhemên ku wek sembola Enqereyê bi salan hatibûn nîşandan, ji qadê rakiribûn. Helbet mebesta wî ya nîhaî û bingehîn diyar e, lewre ew baş dizanin ku afirînerên wan berheman ne ji wan in û heta bi navê bajarê wan Enqere jî ji zimanê Yewnanî ji Angorayê dihê. Piştre berhemên li bajarê Qersê yên bi navê Anî navdar in, bûn armanca wan û ev dijminahiya peykeran xwe gihand heta xerakirina peykerê fermandarê Kurd yê neteweyî û efsanewî Mahsum Korkmaz. Fermandarê ku bi navê Egîd di dilê gelê Kurd de li her aliyê Kurdistanê bûyî remza Serhildana 15´ê Tebaxa sala 1984´an û piştî gihişt asta pakrewaniyê jî her û her mîna diyardeyeke jîndar di nav gelê Kurd de ye û navê xwe li sedhezaran zarokên Kurd kiriye jî, bû hedefa destên bêyom û kirêt.
Bêguman divê dilê me jan bide, em heta dawiyê biêşin. Lê divê em ji bîr nekin ku daxwaz û mirada Xanî û Egîdan ne çêkirina peykerên wan bû. Nexasim, "belkî ji bo piçûkêd Kurmancan" avakirina neteweya yekbûyî, welatê azad û jiyaneke rûmetdar bû.