Daxwazên Guven ên me ne
Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê Elmanyayê Kurdan li dijî tecrîdê, greva birçîbûnê ya 5 rojan da destpêkirin.
Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê, grevên birçîbûnê li derveyî welat jî hatin destpêkirin.
Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê li avahiya Partiya Çep (Die Linke) greva birçîbûnê ya 5 rojan hate destpêkirin. Di nava çalageran de Parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Bîrlîk jî cih digire.
Çalakgeran ev peyam da; “Daxwazên Leyla Guven daxwazên me û bi milyonan Kurdî ne. Tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tecrîda li dijî gelên Rojhilata Navîn, gelê Kurd û hemû mirovahiyê ye.”
Yekê Kanûnê jî li bajarê Holandayê Den Haagê Greva Birçîbûnê bi heman armancê destpêkiribû û li NCDK ya bajêr dewam dike. Çalakî bi şîara “Em tecrîdê bişikînin, faşizmê hilweşînin, Rêberiyê azad bikin” çêdibe.
Wekî din 6´ê Kanûnê li gelek bajarên Elmanya, Fransa, Awusturya û Swîsre, Yewnanistan û Swêdê jî wê grevên birçîbûnê dest pê bikin. HILDESHEIM