Li gelek welatên Ewrûpayê, kurdistanî ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê, çalakiyên xwe dewam dikin. Kurdistaniyan û dostên wan li bajarên Bordeaux, Toulouse, Saarbrucken, Amsterdam û Sandvikenê bi çalakiyên xwe xwest dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn.

Saarbrucken: Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê, bêdengiya li pêşberî çalakiyên greva birçîbûnê hat şermezarkirin.

Girse li ber Europa Galerie civiya. Beşdarên çalakiyê ji bo balê bikişînin ser çalakgerên greva birçîbûnê, êlekên spî li xwe kirin û li ser greva birçîbûnê pankart hildan.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û Hevserokê NCDK’ê yê Saarbruckenê Dexîl Îbrahîm axivî, bêdengiya raya giştî ya Elman şermezar kir û got, “Ji bo dengê me bibihîzin divê Kurdistanî li her warî û li her meydanê çalakiyan bikin.”

Toulouse: Bi heman armancê li bajarê Fransayê Toulouseê çalakiyek hate lidarxistin. Girse li ber meydana Saint-Cyprienê civiya, tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û xwest, dawî li rewşa bêdeng were anîn.

Bordeaux: Li bajarê Fransayê Bordeauxê, Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, çalakiyeke bêdeng li dar xist.

Girse li meydana Stalingradê civiya, wê belavok belav kirin û raya giştî li ser mijarê agahdar kir.

Di dawiya çalakiyê de ji bo xwepêşandana roja Çarşemê banga beşdariyê hate kirin.

Amsterdam: Li bajarê Holandayê Amsterdamê, bêdengiya li pêşberî greva birçîbûnê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Girseya gel ji Waterloopleinê heta bi Museimpleinê meşiya.

Endamên Êlek Zerên Hollandî û yên rêxistinên çep ên Tirkiyeyî jî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan Kurdistaniyan.

Çalakî li Museumpleinê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Sandviken: Li bajarê Swêdê Sandvikenê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Gavleborgê çalakiyek hate lidarxistin û bêdengiya li pêşberî grevên birçîbûnê hate şermezarkirin.

Girse li navenda bajêr civiya û wê dirûşmên “Daxwazên Leyla daxwazên me ne”, “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re”, “Tûrîzma Tirkiyeyê boykot bike” gotin. Bi navê komuna Sandvikenê, Naim Serhad got, “Ji bo bidawîkirina tecrîdê niha heft hezar mirov di greva birçîbûnê de ne, lê Yekîtiya Ewrûpayê, CPT û Swêd bêdeng in. Berî ku agahiyeke nebaş bê bihîstin, em dixwazin mirov vê bûyerê bibînin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN