
Heyeta ji 7 kesan a Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku li ser daxwaza fermî ya Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî ji bo rewşa li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike hat avakirin, der barê lêkolînên xwe yên navbera 19-23'ê Tebaxê de raporek amade kir û pêşkêşî komîteya amadekar a kongreyê kir.
Komîteya amadekar a rapor lêkolîn kir, îro daxuyaniyek da û hat destnîşankirin ku rapora komîteya Rojava di civîna roja 29'ê Tebaxê de bi awayekî erênî hatiye dîtin û hatiye qebûlkirin.
Ji bo bicihanîna daxwazên di raporê de hatine rêzkirin Komîteya Amadekar bang li hemû aliyan kir ku bi hevkarî û di nava piştgiriyê de tevbigerin. Hat ragihandin ku jêgirteke (kopya) raporê ji Rojavayê Kurdistanê û jêgirteke din jî ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hat şandin.
Komîteya Amadekariyê ya Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd ku wê di nava vê mehê de pêk were, daxwaz û pêşniyarên gelê li Rojavayê Kurdistanê weha rêz kir:
- Divê hemû alî û partî pêwistiyên peymana Hewlêrê bicih bînin û Desteya Bilind a Kurdî û komîteyên pê ve girêdayî, bên çalakkirin.
- Daxwaz tê kirin ku bi lez kar ji bo ragirtina şerê li herêmên Kurdî bê kirin, ji ber ku şer ne li berjewendiya Kurd de ye û dibe sedema zêdebûna dijminên Kurd. Her wiha daxwaz kirin ku divê hemû alî li biryara şer û aştî de beşdar bibin û biryar bi tenê ne di destê aliyek de be.
- Daxwaz tê kirin hêzekî serbazî ya hevbeş û yekgirtî li navbera hemû alî û pêkhateyan de bê avakirin.
- Daxwaz tê kirin bi lez ji bo Rojavayê Kurdistanê derman bê dabîn kirin.
- Vekirina dergehê (Sêmalka) li navbera Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ji bo karûbarê bazirganiya giştî, lê belê bi bernameyeke rêkûpêk û beşdariya kirdarî ya hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê di destê yek alî de bimîne.
- Kar bê kirin ji bo ragirtina koçberbûna Kurdên Rojava ya Herêma Kurdistanê, Tirkiye û tenê rê bi wan xelkan bidin ku ji bo rewşa mirovî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û derbasbûna wan bi rêkupêkî û ji bo demeke diyarkirî be.
- Daxwaz tê kirin navenda partiyan vegerin Rojavayê Kurdistanê.
- Ragirtina şerê ragihandinê ya li navbera aliyên Kurdî ku dijî hevdu dikin.
- Kar bê kirin ji bo amadekirina wargehek(kampek) li Rojavayê Kurdistanê û eger xelk ji ber her sedemek neçar bê herêma xwe bi cîh bihêle, li wê kampê de bê nîştecîh kirin. Her wiha ji bo vegerandina koçberên Herêma Kurdistanê bo Rojava kar bê kirin.
- Daxwaz tê kirin rêz li azadiya raman û karê rojnamevanî û rewşenbîran û rojnamevanan bê kirin û li karê wan de astengî neyê çêkirin.
- Daxwaz tê kirin xelkê Bakurê Kurdistanê zext bixin ser Hikûmeta Tirkiye ji bo vekirina deriyeke sînorî ya li navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê.
- Hinek xelk daxwaz dikirin ku li milê çek û teqemenî ve hevkariya (YPG) bê kirin.
Pêşniyarên heyeta Kongreyê
- Ji bo dabînkirina dermanên ji bo Rojavayê Kurdistanê lez (Emercency) bêne kirin.
- Ji bo bi cîhanîna hemû daxwaziyên ku li jor pêşkêşî lîjneyê hate kirin, kar bê kirin.
- Di derbarê vekirina deriyê Sêmalka (Pêşabîr) ya ji bo karûbarên bazirganî, divê sîstemeke nû bê danîn û li wî aliyê sînor yek alî di destê xwe de negre.
ANF/HEWLÊR
Navnîşanên pêwendiyê
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji bo gelê Kurd karibe der barê rêveçûna amadekariyên kongreyê de agahiyan werbigire, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bike, navnîşana înternetê û nûmareya telefonê parve kir.
Bi nêzîkbûna lidarketina 1. Kongreya Neteweyî ya Kurd re, xebatên amadekariyê jî bi lez dewam dikin.
Amadekariyên kongreyê di çarçoveya Lîjneya Prensîpên Hevbeş, Lîjneya Siyasî, Lîjneya Civaka Azad, Lîjneya Çand, Ziman, Huner û Rewşengerî, Lîjneya Aborî û Jîngehê, Lîjneya Mafê Parastina Rewa, Lîjneya Ragihandin û Lîjneya Modela Kongreyê ve tê meşandin.
Komîteya Amadekar a Kongreyê, ji bilî van amadekariyan her weha derfet afirandin ku gel karibe xwe bigihîne wan û nerîn û pêşniyarên xwe bi wan re parve bikin.
Di vê çarçoveyê de komîteyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi rêya navnîşana înternetê ya https://www.facebook.com/knk.peywendi?fref=ts der heqê amadekariyên kongreyê de agahî dikarin werin girtin. Komîteya Amadekar her weha da xuyakirin ku bi rêya E-Mail: knk.peywendi@gmail.com û hejmara telefona 00964/ (0) 750 691 0199 her kes dikare xwe bigihînin wan û hem nêrîn hem jî pêşniyarên xwe ji bo kongreyê pêşkêş bikin.