Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 56 roj in li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) didome dewam dike. Çalakiya dayîkan ket roja 11’an. Ji rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê heya niha ti kesê serdana dayîkan nekiriye. Asayîş rê nade ku xwarin ji bo dayîkan bê şandin.
Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrişan û dorpêç li ser hat danîn. Xelkê Wargehê li dijî êriş û dorpêçe neraziye. Çalakiya dayîkan jî tevî germ û tozê jî berdewam dike. Dayîk dixwazin bi rayedarên Hewlêrê re bicivin û sedemê rêgirtinê bizanin. Lê heya niha ji rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê ti kesî serdana dayîkan nekiriye. Dayîk di çalakiya xwe de bi israr in.
ROJNEWS/MEXMÛR